Ji bo azadiya Ocalan wê li 7 bajaran nobed bê girtin

Aktîvîsta TJA'yê Fatma Kaşan diyar kir, ku di çarçoveya kampanya xwe de wê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li 7 bajaran nobeda azadiyê bigirin û got, azadî wê bi ser bikeve.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku ji ber hewldanên xwe yên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û derxistina Rojhilata Navîn ji nava kaosê ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve di nava tecrîdeke giran de ye, ev demeke dirêj e agahî jê nayê girtin. Tevgera Jinên Azad (TJA) ku daxwaza azadiya Ocalan dike, roja 19'ê Tebaxê bi dirûşma "Tecrîd wê têk biçe, azadî wê bi ser bikeve" dest bi kampanyayekê kir. Aktîvîsta TJA'yê Fatma Kaşan, li ser dema destpêkirina kampanyayeke bi vî rengî ji aliyê jinan ve û bernameya çalakiyên xwe, ji ANF'ê re axivî.

PÊWENDIYA TECRÎD Û ZEXTÊ BI ROJHILATA NAVÎN HEYE

Kaşan bi bîr xist, kampanyayeke bi vî rengî, ji aliyê "Platforma Azadî ji Ocalan re" ku bi pêşengiya 7 jinan ve ava bû, sala 2012'an dest pê kiribû û mohra xwe danîbû binê destketiyên girîng. Kaşan bal kişand ser operasyonên girtin û binçavkirinê yên wê demê li hemberî tevahiya civakê hatin kirin, zext û zordariya giran a li Kurdan û hêzên demokrasiyê hatin kirin û operasyonên dijwar ên leşkerî. Kaşan got, "Wê wextê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xistin nava tecrîdeke bê eman. Em ji vê re tecrîda teqez dibêjin. Di dema wan şert û mercan de, ji bo pêşî lê bê girtin ku pirsgirêka Kurd li ser bingeha rast neyê nîqaşkirin û pêşî li perspektîf û nêrîna çareseriya demokratîk a Ocalan were girtin, tecrîdeke giran hate ferzkirin. Lê di wê demê de her wiha li konjonkturê jî dinerîn. Li Rojhilata Navîn, di pêvajoyên guherîn û veguherîna demokratîk de dema bûyereke cidî diqewimî yekser tecrîd li ser Birêz Ocalan ferz dikirin. Ji ber ku ber mejiyê dewletperestiya netewe ya faşîst, ti carî naxwaze bûyerek li derveyî daxwaza xwe biqewime. Ji bo Tevgera Azadiyê ya Kurd û hêzên demokratîk sûdê ji vê pêvajoyê wernegirin û ev guherîn û veguherîn li Tirkiyeyê neyê kirin, tecrîdeke giran li ser Birêz Ocalan û tevahiya civakê ferz kirin."

AZADÎ NEBE ÇARESERÎ NABE

Kaşan destnîşan kir ku zexta siyasî ya wê wextê û ya niha, pêwendiya xwe yekser bi Şoreşa Rojava re heye û wiha dewam kir: "Şoreşa Rojava ketibû rojevê û pêajoya ku em jê re dibêjin xeta 3. li Rojhilata Navîn bi pêş diket. Li Rojhilata Navîn derfetên bêhempa yên veguherîna demokratîk derketibûn holê. Ji bo ev yek hem bandorê li Tirkiyeyê neke, hem jî li Bakurê Kurdistanê veneguhere hêza veguherîna demokratîk çi kirin? Birêz Ocalan xistin nava tecrîdeke gelekî giran, li dijî hêzên demokrasiyê operasyoneke mezin kirin. Bi rêya van operasyonan xwestin, zexteke giran li berxwedana demokratîk û xeta azadiyê bikin. Hem ji bo ji veguherîna Rojhilata Navîn vegire, hem jî ji bo bandora wî ya li ser Rojhilata Navîn bişikîne, xistin nava tecrîdeke giran. Wê demê jî me heman tespît kiribûn; Li Tirkiyeyê ji bo çareseriyeke çêker a hemû pirsgirêkên bingehîn, ji bo bibe welatekî demokratîk û azadîparêz, divê beriya her tiştî pirsgirêka Kurd çareser bibe. Pîvana bingehîn a çareseriya pirsgirêa Kurd, azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan e. Heta ku ev neyê kirin, di warê pirsgriêka Kurd de tiştekî samîmî û durust nayê kirin. Ji ber ku Rêber, saziya rêbertî vîna siyasî ya bingehîn û temsîliyeta civakî çandî ya hemû gelan, hemû neteweyan e. Eger ew girtî bin, eger êrîşên dijminane li wan tên kirin, hingî ew gel bi temamî di nava wê rastiyê de ne. Heta ku ev pirsgirêk neyê çareserkirin, hûn nikarin îdîa bikin ku ji bo azadiyê têdikoşin û aliyê dijber jî bi awayekî samîmî nikare vê pirsgirêkê çareser bike."

YA NIHA DIQEWIME, PERPITÎNA BÊ HÊVÎ YE

Di dewama axaftina xwe de Kaşan anî ziman, desthilatdariya AKP'ê ji bo li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd dest bi pêngaveke nû bike, serî li rêbazeke bi vî rengî daye, lê belê şoreşa Rojava pêk hatiye û got, "Bêguman, hikumeta ku nekarî şoreşa Rojava ji rê derxîne ya jî bifetisîne, bi rêya plana têkbirinê li ser rol û pêşengiya şoreşa Rojava a di çareseriya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê de, pêşdîtinan dike. Ji bo pêşî li vê bigire, li ser Birêz Ocalan dest bi tecrîdeke giran kir. Lê ev pêvajoya ku dewam dike, ji aliyê esasî ve eleqeya xwe bi guherîna bingehîn heye. Rojhilata Navîn serdema netewe dewletê ya 100 salî girt, êdî qediya. Ya ku niha diqewime, perpitîna bê hêvî ye. Ev yek gelekî bi êş didome û berdêlên mezin dixwaze."

NETEWE DEWLETAN, OCALAN LI HEMBERÎ XWE WEKE GEFEKÊ DÎTIN

Aktîvîsta TJA'yê Fatma Kaşan diyar kir, li Rojhilata Navîn wê sîstemên azadîparêz ên li rêxistinbûna xweser a konfederal a piraliya demokratîk vekirîne, derkevin holê û destnîşan kir ku sîstemê azadîparêz ên xwe dispêrin perspektîfa neteweya demokratîk; sîstemên konfederal, sîstemên xweser ya jî sîstemên federatîf wê biafirin.

Kaşan ragihand, ya ku li pêşiya dewleta Tirkiyeyê ev rewş e û got, "Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan hem ji bo gelên Rojhilata Navîn, hem jî ji aliyê têkiliyên Kurd û Tirkan ve paradîgmayeke bêhempa derxist holê. Û pêkanînên pratîk ên vên paradîgmayê bi rengekî gelekî serketî afirand. Weke mînak; sîstema konfederal a demokratîk ji bo Rojhilata Navîn pêşniyar kir. Sîstemên xweser ên demokratîk, weke hiqûqa Kurdan a bi dewletên heyî destnîşan kir. Li Rojava, ev xeta ku em jê re dibêjin xeta 3. derxist holê. Ev sîstemek ku bi her kesî dide qezençkirin. Rêbaza aştiyane esas girt. Rola Birêz Ocalan a li Rojhilata Navîn bilîze dîtin û ji ber ku ev yek li dijî sîstemên dewletperestiya netewe ya tund weke gefekê dîtin, tecrîdeke giran li ser Ocalan ferz kirin û pê re plana têkbirinê xistin dewrê. Li dijî daxwaza guherînê ya li Bakurê Kurdistanê siyaseta hilweşandinê esas girtin û ev siyaset hê jî dewam dike."

KES NIKARE HERIKÎNA DÎROKÊ BIGUHERÎNE

Kaşan destnîşan kir, ku ji ber vê sedemê wan pêwîstî pê dîtin ku dest bi kampanyayê bikin û wiha dewam kir: "Birêz Ocalan, hemû hêzên siyaseta demokratîk û hêzên civaka sivîl di nava herikîna dÎrokê de xistine nava îzolasyonê û bi vî rengî dixwazin herikîna dîrokê biguherînin. Ji ber vê yekê me şiyara 'em ê teqez bi ser bikevin, azadî wê teqez bi ser bikeve' destnîşan kir. Ji ber ku em bi vê hesiyan; dixwazin pêşî li herikîna dîrokê bigirin. Lê belê dîrok tiştekî welê nîne. Dîrokê dest bi herikîna xwe kir û kes nikare pêşî lê bigire. Dibe ku hûn karibin ji bo 4-5 salan pêşî lê bigirin, bixwazin bi rêbazên tirsnak bifetisînin, lê belê piştî ku dîrok herikî, kes nikare li ber bisekine. Ji ber ku em baş bi vê zanin, me bi şiyara 'Terîd wê têk biçe, azadî wê bi ser bikeve' dest bi kampanyayê kir."

WÊ LI 7 BAJARAN NOBED BÊ GIRTIN

Kaşan, têkildarî bernameya çalakiyan a kampanyayê agahî da û anî ziman, ew kampanyayên "Tecrîd wê têk biçe, azadî wê bi ser bikeve" û "Em ê pêşî li qirkirina jinê bigirin, azadî wê bi ser bikeve" bi hev re dimeşînin. Kaşan got, "Li hemû bajar û navçeyên Kurdistanê, li metropolên Tirkiyeyê em di nava gel û jinan de civînan dikin. Li gel vê yekê karên me yên zanakirinê yên dîbarî û nivîskî jî hene. Heta dawiya meha Îlonê wê panel û semîner bên lidarxistin. Di nava meha Îlonê de wê Dayikên Aştiyê çalakiyeke mezin lidar bixin. Ber bi dawiya meha Îlonê ve wê li 7 bajaran bi şev û rojê nobed bê girtin. Ber bi dawiya meha Cotmehê, wê mîtîngeke jinê bê lidarxistin. Di meha Mijdarê de, di çarçoveya 'Roja têkoşîna li dijî şîdeta li jinê' de em ê mîtîngeke mezin a herêmê ya jinan pêk bînin."

Kaşan anî ziman, wê li bajarên Amed, Êlih, Wan, Riha, Stenbol, Îzmîr û Edeneyê nobedê bigirin.