Ji ber ku volta avêt, cezayê wî bi salek û 18 rojan hat zêdekirin

Endamê Meclîsa Şaredariya Silopiyayê Abdulazîz Tanrikolû, bi hinceta ku li girtîgehê volta avêtiye û 'tevlî serjimariyê nebûye', cezayê wî yê girtîgehê bi salek û 18 rojên din hate zêdekirin.

Endamê Meclîsa Şaredariya Silopiyayê Abdulazîz Tanrikolû, di 17'ê Adara 2010'an de bi hinceta "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin û ew şandibûn Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê. Paşê Tanrikolû di 5'ê Adara 2013'an de tehliye bûbû. Ji ber cezayê wî hat teqezkirin di 7'ê Gulana 2015'an de hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê. Dema ji tehliyeya wî re 81 roj man di 31'ê Cotmeha 2016'an de sirgûnî Girtîgeha Tîpa E ya Giresûnê hat kirin. Di 9'ê Cotmeha 2016'an de rêveberiya girtîgehê 11 roj cezayê hucreyê li Tanrikolû birî û cezayê wî sal û 18 rojan zêde kir. 

JI BER KU VOLTA AVÊT, 11 ROJAN CEZAYÊ HUCREYÊ LÊ HATE BIRÎN

Tanrikolû, di nameya xwe de got, "Hat îdîakirin ku me nexwestiye serjimêriya serê sibehê bêkirin û bi vî awayî bi cop û mertalan li girtî û hikumxwaran dan. Gelek hevalên me ji hin cihên xwe birîndar bûn û ser û çavên wan di nav xwînê de man. Dema ev hemû diqewimîn, ez û hevalekî xwe li hewadariyê bûn û me volta davêt." 

Tanrikolû ragihand ku ew hem bi devkî hem jî bi nivîskî li dijî vî cezayê derketiye, lê belê hatiye redkirin. Tanrikolû diyar kir, ji bo rakirina "Biryara berdana bi şer" wî serî li Dadgeha Cezayê Giran a Gîresûnê daye. 

Tanrikolû anî ziman, dadgeha ku daxwaz qebûl kiriye, hemû îtirazên wî jî red kirine û daxwaz qebûl kiriye. 

‘BÊEDALETÎ Û DERHIQÛQÎ YE' 

Tanrikolû ragihand, ku bi awayekî kêfî ji bo rê li ber tehlieyya wî ya bi şert were girtin cezayê hucreyê lê hatiye birîn. Tanrikolû da zanîn, dema ew li hucreyê dihat girtin mudetnameyek jê re hatiye şandin û tê de hatiye diyarkirin ku wê cezayê wî di 5'ê Sibata 2018'an de biqede. Tanrikolû li hemberî vê biryara ku sal û 18 roj cezayê wî dirêj kir wiha nerazîbûn nîşan da: "Ev bêedaletî û derhuqûqîtî ye." Tanrikolû wiha domand: "Ji min re dibêjin tu yê cezayê xwe bikişînî, tiştê bûye ji xwe bûye. Bawer im mirovên ku li hemberî vê derhuqûqiyê rawestin hene."