Ji ber ku nexwest xaniyê wê bê xerakirin doz lê hate vekirin

Emîne Ozel, piştî ku qedexeya derketina derve ya li Nisêbînê bi qismî rabû, ji bo dîtina xaniyê xwe çû û xwest pêşî li kepçeya xaniyê wê xera dikir bigire. Lê belê ji ber ku xwest xaniyê xwe biparêze doz lê hate vekirin.

Li Nisêbîna rengîn, ku li ber êrîşên dewleta Tirk bi rengekî bêhempa li ber xwe da, niha bêdengî heye. Li navçeyê ku bi dehan caran dor lê hate girtin û dorpêça herî dawî 4 mehan dewam kir, 83 kesî jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran kes jî koçber bûn. Heman piştî şer, dewleta Tirk li navçeyê dest bi hilweşandin xaniyan kir û li şûna wan jî avahiyên TOKÎ lê dike.

Nîsana 2016'an, qedexeya li navçeyê qismî rabû. Lê tevî vê yekê, ji ber ku xanî lê dihatin xerakirin 6 tax bi têlan hatin dorpêçkirin. 4 kes ku yek jê jina ducanî bû, ji bo dîtina xaniyên xwe ji ser van têlan xwe avêtin, lê ji ber bombeyên teqiyan jiyana xwe ji dest dan. Li vê qada bi têla dorpêçkirî, xaniyên sipî saxlem li pêş çavên mirovan hatin xerakirin.

BI ROJAN NOBED GIRTIN

Mirovên ku nexwestin xaniyên wan bên xerakirin, bi rojan li vê qada bi têlan dorpêçkirî, nobed girtin. Piştî ku qedexe hate rakirin, Emnîne Ozel (52) a li taxa Dîcleyê ji bo dîtina xaniyê xwe, çû herêmê. Ozel derket pêşiya kepçeyên ku xaniyê wê xera dikir û xwest, bibe asteng.

DEST LI HILWEŞANDINÊ WERDA, JI BER VÊ JÎ DOZ LÊ HATE VEKIRIN

Li ser vê yekê, xebatkarên dewletê yên ku li vir xaniyê Kurdistaniyan xera dikirin, bi gotina "Dest li me werdidin, werin bibin asteng" giliyê Ozel li cem polîsan kirin. Polîsên Tirk jî Ozel li wesayita zirxî siwar kir û ew kirin bin çavan. Ji Emîne Ozel pirsa "Ew der qedexe ye, tu çima çû we derê? Tu çima li wir bû, tiştekî ku tu pê dizane heye? pirsîn û du saetan lê pirsîn.

Piştî çend rojan, bi îdîaya "binpêkirina qedexeyê" doz lê hate vekirin. Emîne Ozel, ji ber ku hewl da xaniyê xwe biparêze, derket pêşberî dadgehê. Di gilînameyê de Ozel bi sûcê "binpêkirina qedexeyê û hewldana astengkirinê" hate sûcdarkirin. Ozel tevlî rûniştina destpêkê ya meha Tîrmehê nebû. Rûniştina duyemîn jî wê 1'ê Mijdarê pêk were.