Ji ber bomberdûman artêşa Tirk koçî Efrînê dikin

Ji herêma Şehbayê hezar û 351 kes, ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker koçberî Kantona Efrînê dikin.

Li gorî çavkaniyekê ji herêmên Şahbayê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh gundên Qol El-Sirûc û Tili Midyeq ên herêmên Şahbayê bi çekên giran topbaran kirin.

Hat diyarkirin ku artêşa Tirk şevê din gundê Til Rehal ên girêdayî bajarê Babê bombebaran kir. Di encamê de ziyanên madî gihiştin mal û milkên welatiyên herêmê.

Têkildarî mijarê berpirsê deriyê ketina rojhilatê Kantonê Aydin Cûdî da zanîn ku ji ber êrîşên dewleta Tirk a dagirker koçberiya ber bi Kantona Efrînê ve didome û ev tişt anî ziman: ″Duh 886, îro jî 465 koçber ji herêmên Şahbayê koçî Kantona Efrînê kirin. Hejmara koçberan her ku diçe zêde dibe.″

Endamê Buroya Karûbarên Koçberan a girêdayî Desteya Kar û Barên Civakî ya Kantona Efrînê Mihemed Hecî bang li rêxistinên alîkariyê yên navneteweyî kir ku destek bidin koçberên ku li kampên Robar û Şahba.

Ji 25′ê gulana 2016′an ve koçberiya ber bi Kantona Efrînê ve didome. Desteya Kar û Barên Civakî ya Kantonê jî wan pêşwazî dike, pêdiviyên wan bi cih tîne û wan li kampên Şahbayê û Robar bi cih dike.