Dewleta Tirk di êrîşên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê li pey polîtîkaya Kurdan bi Kurdan bidin şerkirine.
Di êrîşên dagirkeriyê yên meheke li Heftanînê dom dike de, artêşa Tirk a li ber berxwedana gerîla derbên mezin dixwin, cerdevanên ku ji Bakurê Kurdistanê anî, li herêma Heftanînê bi cih kiriye, Hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî ji bo pêşmerge li herêmên sînorê wan bi qadên gerîla re hene bicih bibin ferman daye.
JI HER GUNDKÎ KOMÊN CERDEVANAN ÊN JI 12 KESAN PÊK TÊN ANÎNA HEFTANÎNÊ
Li gorî agahiyên me ji çavkaniyên xwecihî girtîn, artêşa Tirk cerdevanên ji Bakurê Kurdistanê bi taybet herêma Botanê, ji her gundekî komeke 12 kesî kom kiriye û anîne Heftanînê.
HIKÛMETA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ JÎ FERMAN DA KU PÊŞMERGEYAN LI HERÊMÊ BI CIH BIKE
Hate ragihandin ku hikûmeta Başûrê Kurdistanê ji bo du tugay pêşmerge li sînorên qadên gerîla bi cih bike ferman daye pêşmergeyan.
Li gorî agahiyên hatin girtin, gelek pêşmergeyan ev yek qebûl nekiriye. Tê gotin uk derdora 150 pêşmerge fermana hikûmeta Başûrê Kurdistanê qebûl nekirine.