Ji 2 nûçegihanên Rojnewsê agahî nayê girtin

Ji nûçegihanên Rojnews’ê Berhem Letîf û Birwa Eshed ku xwepêşandanên xwendevanan ên li Silêmaniyê dişopandin agahî nayê standin.

Nûçegihanên Rojnews’ê Berhem Letîf û Birwa Eshed ku xwepêşandanên li Silêmaniyê dişopandin ji êvarê ve windane û ti agahî ji wan nayê girtin.

Li gorî çend şahidên bûyerê, hêzên ewlehiyê ew destgîrkirine, lê ti aliyên berpirs destgîrkirina herdu nûçegihanan piştrast nakin.

Duh jî li ber Malbenda Rêxistina YNK’ê ya Silêmaniyê kamera û nasnameya rojnamegerî ya Birwa Eshed jê hatibû standin. Lê piştre, bi hewla Şaxê Sendîkaya Rojnamegerî ya Silêmaniyê kamere hate standin, lê hîn amûrên wî yên din nehatine wergirtin.

Weke ajans wan Navenda Metro û Şaxê Sendîka Rojnamegerî ya Silêmaniyê ji winda bûna nûçegihanên xwe agahdar kirine ku di demek zû de rêxistinên navneteweyî agadar bikin.

Rojnews’ê jî ragihand ku ew Lijneya Ewlehiyê ya Silêmaniyê li hember parastina tendirustî û ewlekariya nûçegihanên xwe berpirs dibînin û bang lê dikin ku demildest çarenivîsa wan diyar bike.