Ji 1'ê Hezîranê û vir ve pêngavên gerîla

Ji Pêngava 1'ê Hezîrana 2004'an û vir ve, derkete holê ku gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê li Kurdistan û Rojhilata Navîn hêza bingehîn e.

PKK'ê piştî pêvajoya bêçalakîtiyê ya 5 salan, ku di sala 1999'an de dest pê kir, di 1'ê Hezîrana 2004'an de biryar da ku têkoşîna çekdarî bidomîne. Hin derdoran bi israr digotin, PKK nikare hêza xwe ya berê ya şer bi dest bixe. Lê pêvajoya bi Pêngava 1'ê Hezîrana 2004'an re dest pê kir nîşan da, ku gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê hêza bingehîn a li Kurdistan û gelemperiya Rojhilata Navîn e.

Gelê Kurd, ku di salên damezrandinê yên Komara Tirkiyeyê de tine hate hesibandin, bi Pêngava 15'ê Tebaxa 1984'an a PKK'ê re ji nû ve derket holê. Hêzên gerîla bi pêşengiya fermandar Egîd (Mahsûm Korkmaz) bi teqandina fîşeka yekemîn re gelê Kurd di dîroka mirovahiyê de ji nû ve geuherand aktorekî.

Pêngava 15'ê Tebaxa 1984'an û Pêngava 1'ê Hezîrana 2004'an, ku weke dewama wê tê dîtin, li Rojhilata Navîn gelek tişt guherand, bi xeta xweparastinê stratejiyeke nû ya şer xist rojeva cîhanê. Hêzên ku ji sala 1999'an het 2004'an bêçekbûyîn li ser Tevgera Azadiyê ya Kurd ferz dikirin, îro li pêşberî çeteyên DAIŞ'ê banga 'hawarê' li tevgera azadiyê dikin. Pêngava ku bi Pêngava 1'ê Hezîrane re dest pê kir, veguherî Şerê Gel ê Şoreşger. Tevgera Azadiyê ya Kurd, ku li ser xeta parastina rewa têdikoşe, ne tenê ji bo gelên Kurdistanê, nîşan da ku ji bo gelên Rojhilata Navîn jî alternatîfeke azadiyê ye.

1'Ê HEZÎRANA 2004'AN: HÊZÊN GERÎLA VEDIGERIN ÇEPERÊN XWE YÊN LI BAKURÊ KURDISTANÊ

Pêvajoya agirbestê ya di sala 1999'an de dest pê kir, ji ber êrîşên bi navê 'polîtîkaya rizandinê' yên dewleta Tirk li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikir, nêzîkatiyên ne samîmî û hewldana tasfiyekirinê, di 1'ê Hezîrana 2004'an de qediya. Hêzên gerîla yên di sala 1999'an de vekişiyan, ji nû ve li çeperên xwe yên li Bakurê Kurdistanê vegeriyan.

SPEKULASYON HATE PÛÇKIRIN

Hikumet û berdevkên AKP'ê di vê demê de bi daxuyaniyan îdîa dikirin, ku PKK wê nikaribe ji nû ve hêza xwe ya berê bi dest bixe. Lê ev spekulasyon hê di rojek piştî biryara 1'ê Hezîranê de, di şeva 2'ê Hezîranê de bi çalakiya gerîla ya li dijî Qereqola Gemanê ya li Çelê, hat tevizandin. Di vê çalakiyê de 12 leşker tên kuştin. Artêşa Tirk di 26'ê Hezîrana 2004'an de bi 15 hezar leşkeran li Botanê derket operasyonê, lê destvala vegeriya. Li gorî daxuyaniya HPG'ê li vê operasyonê di şer de 25 leşker hatine kuştin. Di nava salê de gelek çalakiyên gerîla hatin lidarxistin, ku çend ji van li Dersimê bûn. Hêzên gerîla di dema perwerdeyê de xwe berdan nava Tûgaya Komando ya Pulurê û di çalakiyê de 20 leşker hatin kuştin. Di nava sala 2005'an de çalakiyên gerîla yên li Bakurê Kurdistanê bê navber dewam kirin.

ÇALAKIYÊN GERÎLA LI BAKURÊ KURDISTANÊ ZÊDE DIBIN

Çalkaiya destpêkê ya sala 2005'an di 24'ê Adarê de li Şirnexê tê lidaxistin û di encamê de panzerek tê rûxandin, 7 leşker tên kuştin. Di çalakiyeke din a meha Gulanê de 8 leşker tên kuştin. Yek ji çalakiyên ku mohra xwe li wê demê da, di dema kontrolkirina nasnameyan a li ser rêya Dersim-Erzînganê de dîlgirtina leşkerê bi navê Coşkûn Kirandî ji aliyê hêzên gerîla bû. Ev leşker di 4'ê Tebaxê de radestî heyetê hate kirin. Li navçeya Şebînkarahîsan a Gumuşhaneyê 8 leşker hatin kuştin, li Zagrosê jî helîkoptereke bi tîpa Skorsky hate xistin.

GERÎLAYÊN JIN DERBA GIRAN LI ARTÊŞA TIR XISTIN

Roja 9'ê Cotmehê artêşa Tirk li navenda Dersimê bi deh hezar leşkeran derket operasyonê. Gerîlayên bi operasyonê dihesin, ji bo lêdana derbeke xurt amadekariyan dikin. Û ev çalakî di 12'ê Cotmehê de li quntarên Demenanê tê kirin. Di vê çalakiya gerîlayên YJA Starê de deh leşker tên kuştin.

ŞER DI SALA 2006'AN BI RENGEKÎ DIJWAR DEWAM KIR

Şer di sala 2006'an de li Kurdistanê bi heman dijwariyê dewam kir. Her çend hikumeta AKP'ê hewl da çalakiyên gerîla veşêre jî, encamên xwe kêm jî be di medya Tirk de hate nîşandan. Li gorî daxuyaniyên fermî yên artêşa Tirk di 14'ê Gulanê de li Şirnexê 4 leşker, di 11'ê Tîrmehê de li navçeya Hezexê 2 polîs hatin kuştin. Li navçeya Dihê ya Sêrtê di 16'ê Tîrmehê de 7 leşker hatin kuştin. Di çalakiya sabotajê ya li navçeya Dara Hênê ya Çewlikê de roja 27'ê Tîrmehê sûbayek hate kuştin. Li gorî daxuyaniyên HPG'ê di 4'ê Nîsanê de li Dara Hênê 4 polîs, li Aricak a Elezîzê yarbayek, leşkerek, di salvegera 15'ê Tebaxê de li Gabarê 7 leşker hatin kuştin.

GELÊ AMEDÊ BI SERHILDANÊ GERÎLAYÊN ŞEHÎD BÛN PÊŞWAZÎ KIR

Di sala 2006'an de li başûrê Mûşê 14 gerîla di şer de şehîd bûn. Piraniya gerîlayên şehîd bûn ji Amedê bûn. Gelê Amedê bi hêrs û kîneke mezin, bi serhildanê ewladên xwe pêşwazî kir. Di dema vê pêşwazî de gelek mirovên sivîl ji ber gulereşandina polîsan de jiyana xwe ji dest dan. Gotina navdar a Erdogan ku digot, 'Zarok jî be jin jî be hêzên ewlekariyê wê ya pêwîst bikin' piştî van bûyeran hate gotin.

AGIRBESTA 1'Ê COTMEHÊ PIŞTÎ KU JEHR DAN OCALAN, QEDIYA

Li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 1'ê Cotmehê de ji aliyê PKK'ê ve agirbesteke yekalî hate ragihandin. Di 1'ê Adara 2007'an de piştî ku parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan xuyakirin, ku jehr dane Ocalan, ev agirbest qediya. Gel rabû serhildanê. PKK'ê jî daxuyanî da û got, "Nêzîkatiya li Rêber Apo ji bo sedema şer û aştiyê ye" û agirbest qedand.

Bi bihara 2007'an de artêşa Tirk bi zêdeyî 20 hezar leşkeran li bejahiya navçeyên Gexî û Xolxolê yên Çewligê derket operasyonê. Di şer de bi qasî 80 leşkerên Tirk hatin kuştin. Di dema vê operasyonê de tê gotin, ku artêşa Tirk gelek teknîk û çekên kîmyewî yên ewke napalmê bi kar aniye.

Li Alîbogazi ya Dersimê jî di meha Nîsanê de şerekî dijwar ji ber operasyona artêşa Tirk derket û 15 leşker hatin kuştin.

Yek ji çalakiyên bi bandor ên gerîla yên sala 2007'an di meha Hezîranê de li dijî qereqola Askurekê pêk hat. Li gorî daxuyaniya HPG'ê 20 leşker di vê çalakiyê de hatin kuştin.

LI OREMARÊ DI ŞER DE LEŞKER DÎL TÊN GIRTIN

Di payîza 2007'an de şerekî li herêma Zagrosê qewimî, di rojeva welêt de bi cih bû. HPG'ê ragihand, ku di navbera leşkerên hewl didan ji sînor derbas bibin û hêzên ger^lıa de şerekî dijwar qewimiye. di vî şerî de 35 leşker hatin kuştin, bi dehan leşker birîndar bûn û 8 leşker jî dîl hatin girtin. Dîlgirtina leşkeran di destpêkê de ji aliyê artêş û rayedarên Tirk ve hate redkirin. Piştre hate qebûlkirin.

HPG'ê dîmen û hevpeyvîna bi leşkerên dîl hatin girtin, weşand. Piştî mehekê radestî heyetek ji Tirkiyeyê hat, hatin kirin. Ji xwe Wezîrê Edaletê yê wê demê ji bo van leşkeran gotibû, "Xwezî bimira, ku min ew bi vî rengî nedîtiba."

Di 16'ê Kanûna 2007'an de artêşa Tirk bi qasî 50 balafirên şer êrîşî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir. Li gel propaganda dewleta Tirk jî, yek ji Fermandarên Biryargeha Navendî ya HPG'ê Dr. Bahoz Erdal di bernameyeke televîzyonê de ragihand, ku wan xwe ji bo van êrîşan berê amade kiribûn, lewma hêzên gerîla zerareke cidî nedîtin.

ARTÊŞA TIRK LI PÊŞBERÎ GERÎLA BÊÇARE YE

Di sibata 2008'an de Tirkiyeyê cara 28. operasyona li derveyî sînor pêk anî. Çapemeniya şerê taybet a Tirk ev yek gelekî dinepixand. Ev operasyona ku 9 rojan dewam kir, weke sefera duyemîn a Enver hate binavkirin. Aqûbet jî ne kêmî tevgera li Sarikamişê bû. Artêşa Tirk di zivistanê de hat herêma Zapê ya di kontrola gerîla de ye. Li vê derê bi sedan leşkerên Tirk hatin kuştin û artêşa Tirk neçar ma xwe vekişîne. Li gorî daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê, di nava sala 2008'an de 1328 leşker hatin kuştin. 158 gerîla şehîd bûn.

PKK'YÎ LI XABÛRÊ JI ALIYÊ BI SED HEZARAN KESÎ VE HATIN PÊŞWAZÎKIRIN

Artêşa Tirk a ku di operasyona Zapê de têk çû, êdî fêhm kir ku şensê xwe yê serketinê li pêşberî hêzên gerîla nîne. Ji ber vê ykeê bi manewrayên siyasî hewl da îdare bike. Serokkomarê wê demê Abdullah Gul got, "wê tiştên baş bibin" û diyar kir, ku divê "pirsgirêka Kurd bi lezgînî" were çareserkirin. PKK'ê bersiveke erênî da gavên bi niyeta baş û di 13'ê Nîsana 2009'an de bi daxuyaniyekê agirbesta yekalî ragihand. Vê yekê di nava civaka Tirkiyeyê de rê li ber hêviyeke mezin vekir. Lê hikumeta AKP'ê bi 'operasyonên KCK'ê bi operasyonên qirkirina siyasî di 14'ê Nîsana 2009'an de bersiv da vê yekê. Di dawiya sala 2009'an de ji ber hêviya li nava civakê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bang kir û 34 kes ji bo tevlî pêvajoyê bibin ji Deriyê Sînor ê Xabûr derbasî hundir bûn. Ev 34 kes li her devera xwe gihandinê weke qasilê aştiyê hatin silavkirin û ji aliyê sed hezaran kesî ve hatin pêşwazîkirin. Vê yeke hêzên komploker û statukoparêz hejand û xiste nava fikaran.

SERDEMA 4. A TÊKOŞÎNÊ YA STRATEJÎK

Ev 34 kes derxistin pêşberî dadgehê û ji wan hat xwestin, ku bêjin 'em poşman bûne'. Li gel vê yekê, ji ber nêzîkatiyên dewletê, Ocalan di sala 2010'an ragihand, ku eger ev nêzîkatî neyê guhertin ew ê di Gulanê de xwe ji pêvajoyê vekişîne û hişyarî da ku pêkane şer dijwar bibe. Destnîşan kiribû, ku PKK wê bikeve nava pêvajoyeke nû. Ev serdema nû jî Serdema 4. a Têkoşîna Stratejîk bû. Ev şerê nû wê hem li bajêr hem jî li bejahiyê bihata meşandin. Nîşaneya destpêkê ya vê pêvajoyê li navçeya Ladîk a Samsûnê hate dayin, ku di çalakiyekê de 2 polîs hatin kuştin.

Di 19'ê Hezîranê de hat ragihandin, ku girê Konserve yê li bejahiya Şemzînanê di encama şerekî dijwar de ketiye kontrola gerîla. Di vî şerî de li gorî daxuyaniya HPG'ê 37 leşker hatin kuştin.

Li herêma Hantepe ya navçeya Çele jî hêzên gerîla di sibeha 19'ê Tîrmehê de derbên giran li artêşa Tirk xistin û HPG'ê rahand ku 31 leşker li vir hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê, di nava sala 2010'an de 283 leşker hatin kuştin. 93 gerîla şehîd bûn.

DEWLETA TIRK NEMA DIKARE ŞER RAKE

Dewleta Tirk di vê demê de nema dikare şer rake û diçe Îmraliyê. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclaan ji bo zemîneke xurt ji çareseriya siyasî re bafirîne bangê dike. PKK bi ya Oclaan dike û di 13'ê Tebaxa 2010'an de careke din agirbestê radigihîne.

AGIRBEST HETA 15'Ê HEZÎRANÊ TÊ DIRÊJKIRIN

Ji ber ku referandûma 12'ê Îlonê dikeve navberê, pêvajo heta 15'ê Hezîranê tê dirêjkirin. Lê belê ji ber ku hikumeta AKP'ê nekete nava ti hewldana erênî, KCK'ê di 28'ê Sibata 2011'an de eşkere kir, ku dawî li rewşa bêçalakiyê tînin. Di daxuyaniyê de her wiha hate ragihandin, ku ji 15'ê Hezîranê û pê ve Şerê Gel ê Şoreşgerî dest pê dike.

ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ

Hêzên gerîla yên HPG û YJA Starsê êdî taktîka têkoşînê ya serdema nû xiste dewrê. Taktîka 'lê bide û lê bimîne' li qadeke berfireh xiste meriyetê û rêyên navbera gelek bajran kontrol kirin. Hêzên gerîla li gelek cihan dor li artêşa Tirk girt. Di serî de li Şemzînan, Elkê û Çelê derbên giran li artêşa Tirk xistin. Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, di sala 2012'an de 2221 leşker hatin kuştin. 314 gerîla şehîd bûn.

ŞOREŞA AZADIYÊ YA ROJAVA YA 19'Ê TÎRMEHÊ

Biryardariya têkoşîna çekdarî ya PKK'ê, ku di 15'ê Tebaxa 1984'an de dest pê kir û di 1'ê Hezîrana 2004'an de li gel zextên hin hêzên hundir û derve bi biryara 'têkoşîn didome' dewam kir, di 19'ê Tîrmeha 2012'an de li Kobanê berhemên xwe afirand. Di 19'ê Tîrmeha 2012'an de rêveberiya Kobane kete destê hezên Kurdan. Piştre ji Efrîn û Cizîrê artêşa Sûriyeyê ya dagirker hate qewirandin. Bi nêzîkatiya xwe ya pir rengî re Şoreşa Azadiyê ya Rojava gelê Kurd li Rojhilata Navîn veguherand aktorekî bingehîn.

TÊKILIYA NAVBERA DAIŞ Û ERDOGAN

Bûyereke din a girîng ew bû, ku têkiliya navbera DAIŞ û Erdogan bi rengekî rasthatî di weşan ÎMC TV de xuya kir. Kameraya ÎMC TV dema bûyerên li Kobanê li ser sînorê Pirsûsê dişopand, têkiliya germ a navbera çeteyên DAIŞ'ê û leşkerên Tirk nîşan dida. Li ser van hemû bûyeran, di 7-8-9-10'ê Cotmehê de gelê Kurd û dostên wan bi serhildanê li ber vê helwesta Erdogan rabûn. Ev bûyer li gelemperiya Tirkiyeyê belav bûn. Zêdeyî 40 mirovan jiyana xwe ji dest dan.

DEWLETA TIRK JI BO PÊVAJOYÊ XERA BIKE, BI DESTÊ DAIŞ'Ê KOMKUJÎ KIR

Dewleta Tirk ji bo pêvajoyê têk bibe, li hemberî ciwanên ku ji bo destekê bidin Kobanê li Pirsûsê li hev civiyan, bi destê DAIŞ'ê komkujî kir. Gelek ciwanan li vir jiyana xwe ji dest dan. Piştî vê komkujiyê, li Serêkaniyê 2 polîs hatin kuştin. Tevî ku HPG'ê ev çalakî li xwe negirt jî, ev çalakî xistin stuyê HPG'ê û dewleta Tirk di 24'ê Tîrmeha 2015'an de êrîşa herî mezin a bi balafirên şer a dîroka xwe li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk anî. HPG'ê ragihand, ku di êrîşê de 9 gerîlayan jiyana xwe ji dest dane.

GELEK KUŞTÎ JI ARTÊŞA TIRK ÇÊBÛ

Di sala 2015'an de êdî li Tirkiyeyê rejîm diguherî. Erdogan rejîma 'şexsekî' ferz dikir. Ev rejîma faşîzan li Bakurê Kurdistanê nedihat qebûlkirin û di 10'ê Tebaxa 2015'an de Meclîsa Gel a Şirnexê 'Xwerêvebeirya demokratîk' ragihand. Piştre li gelek bajaran bi heman rengî hate ragihandin. Bi fermana Erdogan û Serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû, JOH, POH û artêşa Tirk li bajarên Xweseriya Demokratîk hate ragihandin, dest bi 'qirkirina' gelê Kurd kirin. Gelê Kurd jî li dijî van êrîşên faşîzan biryara xweparastinê da. YPS (Yekîneyên Parastina Sivîlan) hate ragihandin. Li gelek bajaran şer derket û gelek kuştiyên dewleta Tirk çêbûn. Li gorî daxuyaniya YPS'ê di nava salê de 2218 kuştiyên artêşa Tirk çêbûn, 457 wesayîtên zirxî hatin rûxandin. Hêzên gerîla jî di navbera 24'ê Tîrmeha 2015 û 31'ê Gulana 2016'an de 973 çalakî lidar xistin û 2345 leşker û polîs hatin kuştin. Di nava van de 13 payebilind hebûn. Di van 10 mehan de 345 gerîla şehîd bûn.

Di salvegera 1'ê Hezîranê de hêzên QSD, YPG û YPJ ber bi navenda DAIŞ'ê Reqayê ve diçin. Hêzên HPG û YJA Star jî bi biryardariya 1'ê Hezîrana 2004'an li dijî faşîzma Erdogan şer dikin.