Hunermendên NÇM’ê: Bila tecrîd were rakirin!

Hunermendên NÇM’ê bal kişandin ser grevên birçîbûnê û rojiyên mirinê û diyar kirin ku ew xwedî li daxwazên berxwedêran derdikevin.

Hûnermendên Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) derbarê rojiya mirinê û grevên birçîbûnê li Şanoya Bajêr a Amedê daxuyanî dan. Li ser navê hunermendan derhêner Îlhamî Bakir diyar kir ku hunermend ew ê li hemberî qîrîna girtiyên di grevên birçîbûnê de û dayikan bêdeng nemînin.

BÊDENG NEMÎNIN

Hunermend Îlhamî Bakir got ku “Grevên birçîbûnê hatiye asteke krîtîk û divê gavên pratîk werin avêtin. Em hunermend, di serî de hikumet, em bang li hemû partiyên mûxalefetê û demokratan dikin ku bila bihistyar bin. Em li vê erdnîgariya ji dêvila canê xwe, dixwazin rikên xwe veşêrin. Peywira hunermendan ev e ku rengê civakê têxe nav hunera xwe. Divê bibe neynika civakê. “

Bakir diyar kir ku ew xwedî li daxwazên girtiyan derdikevin û bang li her kesî kirin ku bila bihistyar bin.