Hunermend wê di weşana zindî de li ser Kongreya Neteweyî baxivin
Di çarçoveya xebatên Kongreya Neteweyî de, hunermend wê îro bi pêşengiyan KNK'ê li Silêmaniyeyê li hev bicivin. Hunermend wê girîngiya kongreya neteweyî ji bo Kurdan nîqaş bikin.
Di çarçoveya xebatên Kongreya Neteweyî de, hunermend wê îro bi pêşengiyan KNK'ê li Silêmaniyeyê li hev bicivin. Hunermend wê girîngiya kongreya neteweyî ji bo Kurdan nîqaş bikin.
Hunermendên Kurd wê nêrînên xwe yên li ser kongreya neteweyî, bi raya giştî re parve bikin. KNK'ê her wiha derfet da hemû qenalên televîzyonê yen Kurd ji bo karibin vê platformê biweşînin û di vî warî de vexwendîname şand ji hemû saziyên TV re.
Ji hunermendên navdar Najmadîn Ghoûlamî, Naser Rezazî, Diyar, Adnan Karîm, Şemdîn, Xelîl Xemgîn, Xana Zazê, Zozan, Hozan Comerd û Maher Hamadamîn wê beşdarî vê organîzasyona KNK'ê bibin.
Platforma nîqaşê ya hunermendan wê îro saet di 17:00 de li salona sînema ya Salem a li Silêmaniyeyê dest pê bike.