Hunermend li dijî modernîteya kapîtalîst parêzvanên civakê ne –III

Ev têkoşîn tenê bi têkoşîna siyasî û leşkerî serketî nabe.Bi rastî jî şoreşên mezin bi xebatên şoreşî yên di qada çand, huner û wêjeyê de dikare bê temamkirin. Ebedîbûna şoreşê girêdayî vê ye.

Divê di rêza yekem de Kurd bi taybet hunermendên Kurd zêdetir ji gelên cîhanê li dijî kapitalîzm û modernîteya wê derkeve. Li her deverê cîhanê kapitalîzim mêtingerî û qirkirina civakê ye. Lê di rastiya Kurd de modernîteya kapitalîst qirkirina civakê heman demê tê wateya qirkirina Kurdan. Kapitalîzim li Kurdistanê tam sîsemeke ya qirkirinê ye. Çawa ku dewleta Tirk bi perwerde, çand-huner, weşanên çapemeniyê, derfetên aborî û bi sîstemên rêveberiyê tam qirkirineke Kurdan dike; kapitalîzim jî bi qasî vê Kurdan qir dike. Kapitalîzim bi karekterê xwe yê qirkirina civakê, rê li pêşiya her cûre êrîşên qirkirinê vedike bi vê yekê rola dijminahiya Kurdan dilîze.

EHMEDÊ XANÊ Û MEM Û ZÎN

Hunermendên ku parêzvanên civakê ne, dîsa hilberandina nirxên çandê, her wiha yek ji aktorê sereke yê hebûna Kurdan e, divê li dijî hebûna civakî a çavkaniya bingehîn û hêzê ya Kurdan bi sekin û têkoşînê raber bike. Ehmedê Xanî bi awayekî herî baş nirxên çandî û civakîbûna Kurdan pêş xistiye, hebûna Kurdan nîşan daye û gihandina roja îro xwedî rol e. Gelo Eger ku Ehmedê Xanî nebûya wê di civakîbûna Kurdan de çi kêm bibûna? Dema em qala Ehmedê Xanî dikin dibînin bê ka çi hilberandiye û weke nûnerê wêjeya Kurd tê zanîn. Di bihêzbûna civakîbûna Kurdan de çawa ku hunermed û wêjevanan rol lîstibe jî; wê demê divê hunermend û wêjeya Kurd divê hê zêdetir li dijî kapitalîzmê rabe. Divê berhemên huner û wêjeyê li dijî qirkirina civakê divê civakê bi hêztir biparêze.

DIVÊ HUNER Û WÊJE BI KURDÎ BÊ KIRIN

Bê guman hunermendên Kurd ên hunerê Kurdî dikin hunermed in. Eger bi Tirkî wêjeyek baş jî bê kirin, ew nabe wêjeya Kurdî. Her çendî bi Tirkî baş jî bê kirin, ew nabe hunera Kurdî. Dibe xizmetê ji bo têkoşînê bike, lê weke wêje û hunera Kurdî nayê girtina dest. Ji bo vê divê bi teqez huner û wêje bi Kurdî bê kirin. Têkoşîna li dijî qirkirinê wiha t ê kirin. Divê di rastiya Kurdistanê de divê zimanê propaganda û diramê jî bi Kurdî bê kirin. Divê bi teqez huner û wêje bi Kurdî bê kirin. Ji bo pêşxistina vê divê her cûre derfet û teşwîq bê dayîn. Gotina stran û deyîşan a Kurdî di têkoşîna li dijî asîmlasyonê gelekî girîng e. Dibe hunermendên Elewî bi Kurdî deyîşên baş bistirin, lê divê ozanên Kurd bi teqez hunera xwe Kurdî bike. Divê bê teşwîqkirin ku divê hemû saziyên Kurdî karê xwe bi hunerê bike.

Her wiha yek ji xusûsa din ew e ku divê dema hunermendên Kurd hunera xwe dikin divê cil û bergên netewî yên civakî jî li ber çavgirtina wê girîng e. Ji ber ku Kurd weke hebûn tine tê hesibandin û gelek her tiştê wê hatiye înkarkirin û hatine qirkirin. Di vê wateyê de divê Kurd bi cil û bergên xwe ferqa xwe bide nîşandan. Divê di serî de ev ferqkirin di zarok û ciwanan de bê nîşandan. Cudabûn nîşandan nayê wateya nîjatperestiyê. Dewlemendiya mirovahiyê ye. Eger ku hunermend li dijî qirkirinê têkoşîna hebûna Kurdbûnê bide, ev jî erka wê ye sereke ye. Ji vê di vê di pêşkêşkirina hunera xwe de cil û bergên xwe nîşandan girîng e. Her wiha di dema staran gotin, nîşandana şano, dîsa di cihên cihê de nîşandana hunera xwe ya bi cil û bergên Kurdî bi wate û ciwan e.

DIVÊ NUNER Û WÊJEYÊ JI ZIMANÊ SERWERIYÊ BÊ PAQIJKIRIN

Divê huner û wêje ji zimanê serweriyê bê paqijkirin. Divê bi teqez xeta azadiya jinê ya Rêber Apo di mijarên sereke yên hunerê de bê nîşandan. Pêşxistina têkoşîna azadiya jinê, hişmendiya serwer a mêr û di mijara bêbandorkirina sîstemê erkên mezin dikeve ser milê hunermend û wêjevanan. Erkê herî serekî yên huner û wêjeyê eger dînamîk û guhertina civakê be; wê demê divê azadiya jinê yek ji temanyên bingehîn ên huner û wêjeyê be. Demên dînamîzim û guhertina civakê demên teqîna huner û wêjeyê ne. Eger ku azadiya jinê îro pêşengtiyê ji şoreş û dînamîzma civakê re dike û bûbe rûhê wê, divê di huner û wêjeyê de azadiya jinê û guhertinên vê yên di civakê de dana pêş girîng e.

Weke encam divê hinek tişt bê gotin. Dema mijar dibe Kurd, xebatên çand-hunerê ya Kurd pir girîng e bê kirin. Ji ber ku ya di bin pencê qirkirinê de rastiya netewî ya me ye. Bi qirkirineke li ti deverên cîhanê nîne re rû bi rû ne. Divê wateyê de ji siyasetmedaran bigire heta rewşenbîr, wêjevan, hunermend, ji ciwanan heta jinan bigire di têkoşîna li dijî qirkirinê de erkên mezin dikeve ser milan.

Li dijî êrîşên tinekirinê bi dehên salan e têkoşîneke ya hebûn tê kirin. Heman demê ev tê wateya têkoşîna parastina çand û hebûna me. Di serî de gel û ciwanên me bi deh hezaran şehîd me dan, bi sed hezaran bi êşkenceyê re hatin derbaskirin, bi deh hezaran xistin zindanan, gund û bajar hatin hilweşandin û wêrankirin. Ev êrîş hê jî bi dijwarî dewam dikin. Li dijî vê li her parçeyên Kurdistanê, li her cihê lê Kurd têkoşînê dikin. Ya herî pêş jî têkoşîna hebûnê ye. Di mijara hebûnê de ya di serî de tê têkoşîna parastina çandê ye. Di vê wateyê de têkoşîneke wiha di serî de mirovên huner-wêjeyê eleqedar dike. Mirovên huner-wêjeyê nikare xwe weke mirovek asayî yên civakên cîhanê bibîne. Eger ku em mirovên hunermend û wêjevan in, eger em avakerên ruhên civakê ne dibe siyasetmedar û yan jî kesên din bê berpirs nêzîk bibin, lê mirovên çand-hunerê nikarin bê hest bin. Ew wijdanên civakê ne. Divê vê rastiyê ti demê ji hişên xwe dernexin.

Xebatên çand-hunerê xebatên pîroz in. Parêzvanên nirxên civakê û civakîbûnê divê karên pîroz bikin. Bawerî û ol jî di tevahiya dîrok de ji ber parêzvanên nirxên civak û civakîbûnê bûn, pîroz hatine dîtin. Ji bo vê ye mirovên çand-huner û wêjeyê jî ji bo civakê gelekî girîng in. Taca civakê ne. Ji ber ku yên civakê çêdikin û didin domain in. Dema wisa bû wê civak jî eksên wiha kar dikin bi kin taca serê xwe. Yên bi vê erkê rabin civak ti carî wan ji bîr nake. Her kes tê bîrkirin, lê ew nayên bîrkirin. Baba Tahirê Hemedanî, Ehmedê Xanî, Feyiyê Teyran, Elî Herîrî, ma dibe bên ji bîrkirin? Kerapatê Xaço, Şakîro, Eyşe Şan, Meryem Xan, Merziye Rezazî, Hesen Zîrek, Aram Tîgran, Mihemed Şêxo, Birayên Cizrawî, Egîdê Cimo, Tehsîn Taha, Ozan Dilgeş, Delîl Dogan, Hozan Mizgîn, Şehîd Hozan Sefqan, Hozan Serhet, Delîla, Yekta Herekol, Xelîl Dag ma dibe bên jibîrkirin? Osman Sebrî, Şêrko Bêkes, Cigerxwîn, Hêmin Mikriyanî, Mamoste Hejar, Hemem Uzun dîsa Abdullah Pêşewa ma tên jibîrkirin. Mirovên çand-hunerê nayên ji bîrkirin.

Bê şik û guman di rastiya Kurd û Kurdistanê de têkoşîna siyasî û leşkerî derdikeve pêş. Rastiya dijminên qirker ev kir neçarî derkevin pêş. Bi vê têkoşîna ku berdêlên giran hatin dayîn şoreşên siyasî ya demokratîk û çandî ya netewî û civakî yên girîng pêk anîn. Li ser vî bingehî destkeftiyên girîng hatin bidestxistin û nirx hatin avakirin. Lê ev têkoşîn tenê bi têkoşîna siyasî û wêjeyên seketî nabe. Bi rastî jî ev şoreşên mezin bi xebatên şoreşî yên di qada çand, huner û wêjeyê de dikare bê temamkirin. Ebedîbûna şoreşê girêdayî vê ye.

Divê balê bikişînim ser vê yekê; bi têkoşîna bi dehê salan hate kirin di warê huner û wêjeyê de kêm ma. Yek ji aliyê kêm ê tevî gelê Kurd ewqas berdêl jî da ew e ku aliyê kêm mayî xebatên çand- hunerê ye. Bê şik û guman em nikarin bêjin qet nehate kirin. Lê bi qasî pêşketinên şoreşgerî bêjin hate kirin, nehate pêkanîn. Halbûkî divêiya bû hunermend û wêjevanên vî gelî yên di bin qirkirina çandî de berhemên di asta teqîna şoreşê de pêş bixistiba. Dema em li dîrokê dinêrin demên herî zêde xebatên çand û hunerê lê pêş dikevin demên şoreş asta serketinê bidest dixin de û dîsa demên şoreşa civakî pêş dikevin de derdikeve holê. Em dibînin berî şoreş destpê bike di dema şoreş û piştre de em dibînin berhemên çandî û hunerî diteqin. Li Kurdistanê bi salane di demên wiha de derbas dibe. Ji bo vê divê mirovên çand-hunerê li gorî demên heyî baş bibîne û bixwîne li gorî wê berhemên baş derxe. Di demê wiha de bendewariyên gelê me yên ji mirovên çand-hunerê ev e.

Nayê pejirandin bê gotin ku derfetên pêkanîna çand-hunerê kêm bûne. Derfetên herî mezin ên ji bo mirovên çand-hunerê geşbûna şoreşên civakî ne. Bi taybet di deh salên dawî de li Kurdistanê şoreşên civakî yên hatin kirin li ti deverên cîhanê nimûneyê wiha nehatine dîtin berfireh, kûr û bi heybet bûn. Gelê cîhanê ji guhertinên Kurdistanê kelecanî bûn, dide nîşandan bê ka di çi astê de derfetên ketina pêngavê ya ji bo mirovên çand û hunerê afirandiye. Pêşketinên li Kurdistanê yên di her astê civakê de hate kirin di 40-50 salên dawî de hatine kirin bi heybetir bûn. Guhertinên ku di nava sed salan de pêk bihata di nava deh salên dawî de di rastiya civaka Kurdistanê de hatin jiyîn. Ev xizîne ji bo mirovên çand-hunerê kelecanî ye. Di wê baweriyê de ne ku bi vê kelecaniyê wê ji berhemên heta niha bi deh qatî berheman hilberîne derxîne pêş.

Ji bo pêşxistina çand-hunerê erkên girîng dikeve ser milên gel û hemû saziyên me. Ev xebat xebatên di asta pîroziyê de ne. Xebatên hebûna avakirina civakê ne. Nirxên bingehîn ên moralê yên civak û coşa jiyînê ji aliyê mirovên çand-hunerê ve tên avakirin. Avakarên ciwanî û bedewiyê ne. Di vê wateyê de hemû rêxistinên xebatê di her qadê de dikin divê nirx û wateyê bide xebatên çand û hunerê. Ji bo pêşxistina vê divê desteka pêwîst bê dayîn. Yên hunerê bikin divê mafê pêwîst bê dayîn.

 Egert ku staranbêj, kolambêj, dengbêjên me li her qada jiyanê di asta moral û heskirinê de hebûna xwe bide nîşandan; roman, şirî û şano jiyana me, ruhê me bi berhemên mezin dewlemend û kur bike, wê demê wê di jiyana me ya demokraîk û azad de wê me hê zêdetir nêzî hev bike û hê zêdetir bi hêz bike. Bi teqez wê li ser vê axê gelê me bi dengên xwe yên ji dîrokê dîsa bi dihol, zirne, erebane, bilur, ney, tembû bi govenên xwe yên renga reng û cihê bi hemû hestê xwe bide jiyîn.

DAWÎ BÛ