Hunermend li dijî modernîteya kapîtalîst parêzvanên civakê ne –II

Hunermend û wêjekarên ku li hemberî êrîşên li dijî civakê û belavkirina nirxên civakî xwe berpirsyar nabîne, nabin hunermend û wêjekarên rastîn. Wê demê ew ê were pirsîn, gelo ew hunermend û wêjekarên kê ne.

Di tu serdema dîrokê de rola huner û hunermend wekî îro zêde nebûye. Huner û wêjekar ev kes in ku nirxên civakî diafirînin, kûr dikin û mayînde dikin. Hunermend û wêjekar û bi giştî jî mirovên ji bo çandê dixebitin, ji bo civakê karên pîroz kirine û dikin. Bîr û bawerî, dîn, pêlên fikirandinê yên mezin çawa li hemberî xerabbûna civakê ji bo civakê karekî pîroz kirine û civak parastine, huner û wêjekaran jî karekî wisa pîroz kirine. Kesên ku bîr û bawerî, dîn û civak parastine û nirxên civakî mayînde kirine, dîsa huner û wêjekar in. Bi serdema modernîteya kapîtalîst re, em qala hunermend û erkdarên dînî saziyên wan nakin ên ku xwe xistine bin xizmeta serweriya kapîtalîzm, dewlet û desthilatdaran.

Di tu serdema dîrokê de wekî niha berpirsyariyeke mezin neketiye ser milê huner û hunermendan. Ji ber ku di tu serdema dîrokê de di vê astê de êrîş li ser civakê nehatiye kirin. Ji xeynî van tiştan di warê êrîşên li ser nirxên civakê de, hunermend jî berpirsyar in ên ku divê hunereke civakî bikin û nirxên civakî biafirînin. Nexwe huner, hunermend û wêjekar îroj civak û nirxên civakê têra xwe naparêzin. Kapîtalîzm û modernîteya kapîtalîst nirxên civakî belav dike. Ji ber ku kapîtalîzm heta ku civakîbûnê belav neke, takekesî û maddîyatparêziyê ava neke, bi pêş nakeve. Şerê wê yê li dijî civakê, şerê hebûnê yê kapîtalîzm û modernîteya wê ye. Em nikarin bibêjin çima wisa dikin, em bi vî awayî nikarin civak û nirxên civakê biparêzin. Heke îro nirxên civakê hatibin binpêkirin, di serî de hunermend, wêjekar û bi giştî jî mirovên bala wan li ser çandê wê xwe berpirsyar bibînin. Huner û wêjekaran peywira xwe bi cih neanîne. Yan bi rastî jî hunermend û wêjekar li wir tune ne, yan jî ne di wê astê de ne ku li dijî kapîtalîzm û modernîteya wê şer bikin. Hunermend û wêjekarên ku li hemberî êrîşên li dijî civakê û belavkirina nirxên civakî xwe berpirsyar nabîne, nabin hunermend û wêjekarên rastîn. Wê demê ew ê were pirsîn, gelo ew hunermend û wêjekarên kê ne. Nabe ku bibin hunermend û wêjekarên modernîteya kapîtalîst û şêwejiyana wê.

ŞERTÊ YEKEMÎN Ê HUNER Û WÊJEKARIYÊ EV E KU DIVÊ LI DIJÎ KAPÎTALÎZM Û MODERNÎTEYA WÊ BE

Niha li rewşa huner û hunermendên li Ewropa yan jî li Tirkiyeyê tê nihêrîn û wisa tê jiyîn. Modernîteya kapîtalîst feraseteke huner û hunermendiyê ava kiriye. Li gorî xwe hin tişt diyar kirine divê huner wisa be, hunermend wisa be. Ji ber vê jî gelek hunermend hay ji rola xwe ya civakî tune ne, wekî ku divê huner û hunermend wisa be, dilê xwe dibijînin hunermendên modernîst ên li DYE, Ewropa yan jî Tirkiyeyê, berê xwe didin jiyana takekesî û konforê. Heke ev tercîheke bi qestî be, ji ber kûrnefikirîn û hayjênebûnê ev rewş pêk tê. Divê mirov li wan binihêre û kesên ku ketine vê rewşê, mirov wan ji vê rewşê derxînin. Ji ber ku her dem daneyên heyî mirovan didin xelitandin û dixin nav şaşiyan. Girîng e ku şaşbûna feraseta huner û hunermendiya wisa mirov deyne holê û feraseta rastîn a huner û hunermendiyê jî were nîşandan.

Hunermend û wêjekar wê beriya her tiştî li hemberî kapîtalîzm û modernîteya wê bi hêrs be. Heke ne hêrs bin wê nikaribin bibin hunermed û wêjekar. Îroj şertê yekemîn ê hunermendî û wêjekariyê ev e ku, divê mirov li hemberî kapîtalîzm û modernîzma wê be. Li ser vî esasî divê li hemberî modernîteya kapîtalîst û jiyana wê, divê mirov civak û jiyana civakî biparêze. Heke meyl ev e wê demê huner û wêjeyeke rastîn wê were kirin û wê rewşa wêjekarî û hunermendiyê were bidestxistin. Yên ku werin vê ast û statuyê civak bi qîmeteke pîroz xatir dide wan, ji bo ku ew huner û wêjeya xwe bikin, her cure fedakariyê dikin. Yên ku xwe biparêzin, civak jî xwedî li wan derdikeve.

Modernîteya kapîtalîst di demên borî de qirdikî û qeşmerî ji seray û padîşan re dikir , a niha jî hin kesan wekî hunermend û wêjekar derdixe pêşiya civakê , wan ji bo civakê dikin model û îdol. Li ser civakê tê ferzkirin ku jiyan, helwest, peyv û tevgera rastîn a wan e. Ew teşeyê didin civakê, dibin mirovên ku wê modernîteya kapîtalîst li ser wê ava bibe. Divê mirov ji vî tiştî re nebêje civak, mirov dikare bibêje kavilên mirovên takekesparêzî û maddîyatparêz. Li hemberî vî tiştî kesên huner û wêjeyeke civakî dikin, divê bibin model û îdolên civakê. Divê bi hest û fikrên xwe, bi jiyana xwe bibin mînak, nirx û pîvanên civakê bilind bikin. Lê çi fêde hin kesên ku ji xwe re dibêjin em hunermend û wêjekarên demokrat û şoreşger in, nikarin modernîteya kapîtalîst derbas bikin, gotin, helwest û hunera wan ji hev cihê dibin. Ev jî dibe dijberî. Li ser vî esasî divê mirov bala xwe bide vî tiştî ku kapîtalîzm civakê û çanda civakê xerab dike, li hemberî vî tiştî jî divê hunermend û wêjekar di jiyan, helwest û têkiliyên xwe de ji civakê re bibin mînak, bi asta ku karibin pîvanên civakê bilind bikin, modelbûnê ji xwe re bikin esas.

HETA KU ALTERNATÎFA MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK DERNEKEVE HOLÊ MODERNÎTEYA KAPÎTALÎST TÊK NAÇE

Bêguman çawaniya wêje û hunerê jî girîng e. Divê maddîyatparêzî, takekesparêzî, newekhevî,bêedaletî, bêwijdaniya ku qîmetê nade tu nirxên civakî, konforperestî û jiyana wê were rexnekirin. Li hemberî hemû bêpîvanî û bênirxiya ku kapîtalîzmê ferz kiriye, divê bi huner û wêjeya xwe şer bide destpêkirin. Bi şerê li dijî şêwejiyan, têkilî, isluba modernîteya kapîtalîst divê têkoşîn were kirin. Heta ku nirxên civakî bilind nebe, mirov nikare pêşiya kapîtalîzmê bigire. Bi têkoşîna li dijî mêtingeriya kapîtalîzmê û feraseta wê ya ekonomîk mirov nikare kapîtalîzmê têk bibe. Li hemberî modernîteya kapîtalîzmê mirov alternatîfa Modernîteya Demokratîk daneyne holê, kapîtalîzm nikare were têkbirin. Îro kapîtalîzm herî zêde xwe bi tank, top, çek, pere û teknolojiyê naparêze. Modernîteya wê ye, di serî de jî pîvanên wê ne, yên ku bi berhemên huner û çandê ava kiriye. Mixabin ev nirx bûne nirxên bilind û geş. Li hemberî van nirxan, Modernîteya Demokratîk nebe nirxên bilind, wê li hemberî kapîtalîzmê têkçûn pêk were. Ji ber vê jî divê mirov baş binirxîne ku sosyalîzma reel çima têk çûye. Bi êrîşên ji derve têk neçû. Êrîşa sereke ji aliyê modernîteya kapîtalîst hate kirin.

Em careke din balê bikişînin ser, nirxên civakî yên ku meseleya bingehîn a huner û wêjeyê ye, îro hatiye rizandin û li ber mirinê ye. Ev ne bi tenê mirina civakê, mirina mirovan e jî. Kes û mirov ne dûrî civakê ne. Tu kes tuneye ku ne civakparêz be. Kes û mirovên ku civaka wan tune û civaka xwe winda kirine, kesên mirî ne. Mirina civak û kesan di heman demê de mirina huner û wêjeyê ye jî. Vî tiştî jî kapîtalîzm derdixe holê. Ne di serdema koleyan û ne jî di serdema feodaliyê de, di vê astê de mirina civakê tune. Di pirtûkên pîroz de, bajarên Sodom û Gomore, ji ber ku nirxên civakî mirine, xezeba Xwedê li ser wan bariyaye. Dîn ji ber vî tiştî bi pêş ketine. Niha jî ji wê serdema ku dîn bi pêş ketine zêdetir, li ser civakê êrîş heye. Kapîtalîzm êdî bûye pergala mirov û civakê. Li hemberî vê êrîşa li ser civakê êdî bi dînekî nû mirov nikare têbikoşe. Wê pêxemberên nû neyên. Di dîrokê de hunermend, wêjekar, pêxember, ewliya, zana û derwêşan nirx û pîvanên civakî danîne holê. Wê huner û wêjekar van nirxan nûjen, geş û dewlemend bikin û rola parastina civakê bi cih bînin. Bîr û bawerî û dîn di warê parastina civakê de û li hemberî kapîtalîzmê dikarin rolekê werbigirin. Lê îro ne ku mirov pişta xwe bi dînan girêbide, lê bi şertê ku wan nirxan jî wekî nirxên civakî yên dîrokê qebûl bike û wan veder neke, di asteke bilindtir de li hemberî kapîtalîzmê dikare bike sentez û jiyaneke civakî. Îroj herî zêde wêjekar û hunermend dikarin vî rolî pêk bînin. Em ketine serdemek wisa ku rola ewliya, derwêş û zanayan îroj huner û wêjekar dikarin pêk bînin.

PÊDIVÎ BI PERGALA JIYANA DEMOKRATÎK KOMUNAL Û CIVAKÎ HEYE

Dema li hemberî civakê ev qas êrîş hate kirin, di warê îdeolojîk, teorîk û civakî de pêdivî bi pergaleke alternatîf a sîstematîk û yekgirtî heye. Bi tecrubeyên ji pêvajoyên civakî û dîrokî, pêdivî bi pergala jiyaneke civakî ya komunal heye ku xwe ji dewlet, desthilatdarî, mêtingerî û jiyana mêrserwer dûr xistiye. Jiyana beriya kapîtalîzmê bi rêjeyeke mezin komunal bû, jiyaneke demokratîk a komunal hebû. Civaka li çiya û deştan wisa bû. Li bajaran jiyan û nirxên civakî yên di bin bandora bîr, bawerî, dîn û terîqeyan bi rêjeyeke mezin didomiya. Lê îroj ev rewş guherî ye. Kapîtalîzm êrîşî civakîbûna der herî dûr a cîhanê dike. Tu nirx û têkiliyên jiyana civakî nahêle, takekesparêzî û maddîyatparêziyê geş dike. Ji ber vê jî pêdivî bi xeteke îdeolojîk û polîtîk heye ku hemû êrîşên tiştên li dijî civakê bişkîne. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hemû pêvajoyên civakî û dîrokî yên mirovayetiyê analîz kir û paradîgmaya xwe a ku xwe dispêre azadiya jinan, azadîxwaz, demokratîk, ekolojîk û civakî pêşkêşî me kiriye. Nîşanî me daye ku jiyana demokratîk a civakî ya ku desthilatdarî, mêtingerî, serweriya mêran lê tune. Li ser esasê nirxên Modernîteya Demokratîk a ku xwe dispêre civaka demokratîk ya li se xeta sosyalîst û demokratîk, li hemberî hemû pergalên dewletparêz û mêtinger û li hemberî nûnertiya wê ya modernîteyê bûye alternatîf.

HUNER Û WÊJEKAR DIVÊ XWE BI AWAYÊ DEMOKRATÎK Û KOMUNAL BI RÊ BIXIN

Di pergala Konfederalîzma Demokratîk de ya ku xwe bi nirxên Modernîteya Demokratîk ava kiriye, ji bo afirandina jiyana demokratîk û komunal peywireke mezin dikeve ser milê hunermend û wêjekaran. Di serî de divê hunermend û wêjekar feraseteke wisa ya fikr û jiyanê ava bikin. Di vê pergala demokratîk de heke hemû beşên civakê xwe li ser bingeha komunal û demokratîk bi rê bixin, wê pergaleke demokratîk a yekgirtî derkeve holê. Ji ber vê jî divê hunermend û wêjekar bibin pêkhateyeke pergaleke konfederal û demokratîk a ku xwe dispêre civaka demokratîk a rêxistinbûyî. Di pergala konfederal de ne têkiliyeke navendî lê têkiliyeke demokratîk û konfederal heye. Her yekeya rêxistî îradeyeke xwe ya demokratîk heye. Hunermend û wêjekar dikarin xwe komunal û demokratîk bi rê bixin. Wê biryarê xebatên xwe bi rêxistibûyîna xwe ya komunal û demokratîk, di vê pergalê de cih bigire. Hunermend û wêjekar jî wê bibin yekeyeke Demokratîk Konfederal. Derbarê jiyana wan wê komunên hunermed û wêjekaran hebe. Wê hunermend û wêjekar beriya her tiştî karibin komunên xwe an jî jiyana xwe ya komunal û demokratîk ava bikin da ku di nav civakê de karibin van nirxan pêk bînin. Bêguman dibe ku komunên wêjekar, hunermend û şanogeran ne wekî hev e. Ji ber xebatên wan ên cihê xweseriyên wan heye. Di warê qada çand û hunerê de, ji ber taybetiyên xebatê dibe ku komunên wan yek be û li gorî xweseriya xebatê dikarin wekî komunên cihê jî xwe bi rêxistin bikin. Di heman demê de hunermend û wêjekarên li ser fikra civaka demokratîk ên sosyalîst jî dikarin di nav vê komunê de cih bigirin.

Hunermend û wêjekar bi parêzvanî û berdevkiya civaka demokratîk û takekesên azad, wê beriya her kesî jiyana civakî ya demokratîk biparêzin. Civakparêziya demokratîk, sosyalîstiya demokratîk e. Dema pergaleke jiyanê ya bi nirxên Modernîteya Demokratîk were avakirin, wê ev tişt were wateya avakirina pergala demokratîk a li ser xeta sosyalîst. Civakparêzî sosyalîstî û sosyalîzm e. Di dîrokê de li ku derê civak û jiyana civakî hebe, li wê derê sosyalîzm û nirxên sosyalîst heye. Jiyana li çiya û deştan ji ber cewhera xwe, jiyaneke sosyalîst e. Vê xeta sosyalîst, feraseta sosyalîst, nirxên jiyana sosyalîst wê bibin pergala civakparêz a demokratîk. Nûbûn di vir de ye.

Li ser vê rastiyê diyar e ku wê hunermendû wêjekar di warê ferasetê de nêzî sosyalîzmê û jiyana sosyalîst bin. Heke wê sosyalîstbûnek û jiyaneke demokratîk û komunal hebe, li herî pêş wê hunermend û wêjekarên parêzvanên civakê hebin. Wê ne wekî gerîla yan jî kadroyên di qada civakî de têdikoşe, wê bi huner û wêjeya xwe di nav vê têkoşînê de cih bigire. Lê teqez wê bi feraseteke demokratîk, bi helwesta xwe ya li hemberî kapîtalîzmê vî tiştî bike. Hunermend û wêjekarên ku di warê parastina civakê de di dîrokê de her dem li pêş in, wekî sosyalîstên endamên partiyê dikarin têkoşîna xwe bidomînin. Di du sedsalên dawîn de piraniya hunermend û wêjekaran li ser vê helwestê bûne. Tişta ku wan kiriye ne şaş e. Tişta şaş ev e ku wan di teorî û pratîka sosyalîzma klasîk a wê demê de kirine. Nabe ku hunermend û wêjekar bibêjin berê wisa bûye û dûrî xeta sosyalîst bisekinin. Bêguman ev li gorî îradeya wan e ku wê vê xetê wekî kadro, sempatîzan û an jî wekî alîgir bidomînin. Lê di kîjan astê de bixebitin, bicihgirtina wan a di komuna çand û hunerê de, girîng e ku hêza huner û wêjeya xwe ji jiyaneke demokratîk û komunal werbigirin. Wê demê ew ê bi rastî jî wêje û hunereke ku civakê diparêzin, derkeve holê.

Dema mirov qala parastina civakê dike, divê em ji bîr nekin ku ew civak exlaqî û polîtîk e. Civaka ku ne exlaqî û polîtîk e, ne dikare bibe civak, ne jî dikare îradeyekê bi dest bixe û wê nikaribe hebûna xwe bidomîne. Rêber Apo diyar dike ku civak hebûna xwe dikare bi exlaqîbûn û polîtîk bidomîne û ev tişt gotiye: “Mirov bibêje ku desthilatdarî û dewlet bi tenê kombûna zordarî û têkilîyên wê ye, wê ev tişt kêm be. Li gorî min rola herî sereke ya van amûran ev e ku taqeta civakê bişkîne û nehêleku xwe biparêze. Dema ku civakê di warê exlaqî û polîtîk de qels dike û nahêle ku peywira xwe pêk bîne, wê demê vî tiştî pêk tînin. Heta qadên exlaq û polîtîka neyê avakirin, civak nikare hebûna xwe bidomîne.

Rola sereke ya exlaq ev e ku, rê li ber vî tiştî veke ku civak hebûna xwe bidomîne, ji bo wê jî rêzikan jê re amade bike û ji bo pêkanîna wê hêzê bidiyê. Civaka ku rêzik û hêza pêkanîna wê winda dike, tê wateya ku veguheriya civaka heywanan, di vî warî de jî heta jê were dikare kedxwarî li ser wê were kirin. Rola polîtîkayê jî ev e ku rêzikên exlaqî yên ji bo civakê ava bike, rê û metodên bicihanîna pêdiviyên maddî û hişî yên civakê bi nîqaşan diyar bike. Polîtîkaya civakî heke li ser van rastiyan bi nîqaş û biryaran dikare civakê zindî bihêle. Civaka bê polîtîka wekî mirîşka ku serê wê hatiye jêkirin, beriya ku can bide wê biçe û bê. Rêya herî bi bandor a bêtaqetkirina civakekê ev e ku, wê ji polîtîkayê dûr bigire ya ku amûra nîqaş û biryarên wê yên ji bo pêdiviyên maddî û maddî yên hebûna wê ye. Tu rê ev qasî ne xerab e.” Li ser vê rastiyê mirov binirxîne, heke hunermendî û wêjekarî nekaribin nirxên civakî xurt bikin û civakê li hemberî pirsgirêkên wê bihistyar neke, wê kêm bimîne. Ya rast herî zêde huner û wêjekariyê exlaqê civakê afirandiye û hê jî diafirîne. Wekî ku min bal kişand ser, beriya her tiştî huner û wêjekariyê helwesta azad a civakê û xwedîlêderketina pirsgirêkên wê derxistiye holê. Heke îro em ê li hemberî modernîteya kapîtalîst bibin parêzvanên civakê, divê em rola xwe ya ku dikare karakterê civakê xurt bike jî bibîne. Bêguman wê ev tişt bi ziman û tarza huner û wêjeyê pêk were.