HPG: Li Zapê herî kêm 2 dagirker hatin cezakirin

Gerîlayên HPG û YJA Starê 5'ê Kanûnê li herêma Zapê li leşkerên Tirk ên dagirker xistin. Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin, çeperek û kamelyayek hatin îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ev agahî parve kir:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de;

5'ê Kanûnê saet di 14:20'î li qada Cîloyê Biçûk a herêma Zapê, hêzên me ji 2 baskan ve bi rengekî koordîneyî li dagirkeran xistin. Baskê destpêkê yê çalakiyê li çeperekê xist ku dagirker tê de bûn. Baskê duyemîn ê çalakiyê jî li kamelyaya dagirkeran xist.

Di encama vê çalakiya serketî ya tîmên me yên gerîla yên profesyonel de herî kêm 2 dagirker hatin cezakirin, çeperek û kamelyayeke dagirkeran hatin îmhakirin.

3 û 5'ê Kanûnê li herêma Metînayê, artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer û qereqolên li ser sînor bi obusan bombe li qada Girê Hakkarî barand.

Di navbera 3 û 7'ê Kanûnê de artêşa Tirk a dagirker li herêma Zapê qadên Girê Cûdî, Girê FM, Gundê Fileha, Sîda, Çemço û Rênçbiraxa bi balafirên şer û bi obusan ji aliyê qereqolên lis er sînor ve hatin bombekirin. Êvara 6'ê Kanûnê jî li qada Kela Bêdewê liv û tevgera helîkopteran hebû.

3 û 5'ê Kanûnê jî li herêma Garê gundên Kanîsarkê, Gûzê û gundê Çemrobotkî yê ser bi Çemankê tevî qada Kafya bi balafirên şer hatin bombekirin. Êvara 5'ê Kanûnê jî gundê Şiyê yê ser bi herêma Dînartê bi balafirên şer hate bombekirin."