HPG: Li Xakurkê 3 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG û YJA Starê li Girê Şehîd Derwêş ê li Xakurkê li leşkerên Tirk ên dagirker dan. Di vê çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîlayan û êrîşên artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin.

XAKURKÊ

Hêzên me li dijî tevgera dagirker a li Xakurkê, di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya de di 11’ê Hezîranê de saet di 15.30’an de li Girê Şehîd Derwêş çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de çeperek hatiye rûxandin û 3 leşkerên dijmin hatine kuştin. Piştî çalakiyê artêşa Tirk a dagirker mirî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky ji qadê derxistiye.

Di çarçoveya pêngavê de hêzên me di heman rojê de saet di 04.00’an de li dijî qereqola Tepê Ortê ya Çelêya Şemzînanê çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de hêzên me li çeper û stargehên di hewşa qereqolê de dane û hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin. Piştî çalakiyê hêzên dagirker saet di 09.30’an de Qada Dola Qominîsta bomberdûman kiriye. Di vê bomberdûmanê de tiştek bi hêzên me nehatiye.

DÊRSIM

Di 9’ê Gulanê de artêşa Tirk a dagirker li qada Şehîd Cafer, Şehîd Welat û Çiyayê Sûsûzê ya Dêrsimê operasyonek daye destpêkirin. Di vê çalakiyê de kesê bi navê Şêxo Amed (Şeyhmûs Ozdemîr) piştî ku dîl ketiye destê dijmin, bûye kontra. Li gorî agahiyên ku vî kesî dane artêşa Tirk operasyona xwe li qadên Mêrga Çepera û Mêrganê domandiye. Ev operasyon bi qasî mehekê domiyaye û di 8’ê Hezîranê de di navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker şer çêbûye. Artêşa Tirk a dagirker qad bomberdûman kiriye. Hêzên me di van şeran de li ber xwe dane. Di vî şerî de rêhevalên me Dîcle, Berfîn, Nûda, Havîn, Kînem piştî şerekî qehremanî şehîd bûne. Em ê nasnameya rêhevalên xwe yên şehîd piştre ji raya giştî re eşkere bikin.

Di 9’ê Hezîranê de artêşa Tirk a dagirker li qadên Tavneş û Hingirva yên Dêrsimê operasyonek dane destpêkirin. Ev operasyon di heman rojê de ji qadê hatiye vekişandin.

XINÊRÊ

Balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker qada Xinêrê ya Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê di 12’ê Hezîranê saet di 20.00’an de û di 13’ê Hezîranê de (îro) saet di 07.0’an de bomberdûman kiriye.  Di van bomberdûman de tiştek bi hêzên me nehatiye.”