HPG: Li Sîdayê derb li kepçeyekî hate xistin

Li dijî kepçeyên ku hewl didin çeperên şer ên li Qada Berxwedanê Sîdayê hilweşînin, bi bombeyên dest û çekên ferdî çalakî hate lidarxistin. Di çalakiyê de derbe li kepçeyekî hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên hatine lidarxistin û êrîşên artêşa Tirk a dagirker, ev agahiyên berfireh dan:

“Herêma Zapê;

9’ê Sibatê di saet 09.00 û 14.30’an de bi bombeyên dest û çekên ferdî di mesafeyek nêz de mudaxeleyî kepçeyên ku hewl didan çeperên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê hilweşînin, hate kirin. Piştî çalakiyan kepçeya ku derb xwarî, vekişiya.

Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

7’ê Sibatê di saet 12.30’an de bi çekên nîv otomatîk mudaxeleyî dagirkeriyên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate kirin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker pêk anîn;

5, 6, 7, 8 û 9’ê Sibatê qda Dêreşê, Deşta Kafya, Sêdarê, Girê Zengil û Girê Sîser a herêma Garê 13 caran, Qada Berxwedanê ya Girê Bihar a herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 9 caran, qada Sinînê û Ava Lolanê ya herêma Xakurkê 7 caran, Qada Berxwedanê ya Şehîd Îbrahîm a herêma Zapê 4 caran, qada Serê Metîna û Bêşîlî ya herêma Metînayê 4 caran, qada Girê Savaş a herêma Qendîlê carekî, bi giştî; 38 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

7 û 8’ê Sibatê qada Geliyê Lolanê ya herêma Xakurkê bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin.