HPG: Li Mêrdînê 2 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di dawiya meha Gulanê de di şerê navbera navçeya Mehsert û Mêrdînê de 2 leşker hatin kuştin.

HPG’ê li ser çalakiyê ev got: “28’ê Gulanê yekîneyeke me di navbera navçeya Mehsert û Mêrdînê de dema li ser erka xwe bûn rastî hêzên dijmin hatin û li vir şer rû da. Di vê şerê bi xurtî hêzên me li dijîmin dan, 2 leşker hatin kuştin.”

HPG’ê diyar kir ku hêzên artêşa Tirk a dagirker piştî şer li herêmê dest bi operasyonekê kirine û got: “Artêşa TC’ê 5’ê Hezîranê bê ku encamekê bigire paşve vekişiyaye. Yekîneyên me yên ku ketibûn şer bi silametî gihiştin navendên xwe.”

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Di dewama daxuyaniyê de Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser êrîşên hewayî jî ev agahî parve kir:

“11’ê Hezîranê (îro) balafirên şer ên artêşa TC’ê saet 06:30’î devera Çemço ya girêdayî Herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, saet 09:00’an jî devera Gundê Fila ya girêdayî Herêma Zapê dîsa bombe kiriye. Di van bomberdûmanan de ti windahiyên gerîla pêk nehatine. 

11’ê Hezîranê artêşa TC’ê deverên Qesrokê, Partîzan û Şehîd Ehmet Repo yên girêdayî Herêma Heftenîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê li gel derdorê gundê Peraxê bi obus û hewanan hatine bombekirin. Di van bomberdûmanan de ziyan gihiştiye bax û baxçeyên welatiyên sivîl û qadeke ya daristanê şewitîne.”