HPG:  Li Mêrdinê 2 endamên îstixbaretê hatin kuştin

Gerîlayên HPG/YJA-Starê li herêma Xirbê Mişka yê herêma Bagok a Mêrdinê li dijî yekîneya operasyonê ya artêşa Tirk çalakî li dar xist. HPG’ê ragihand ku di çalakiyê de 2 endamên îstixbaretê hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla, operasyona li navçeya Westan a Wanê û êrîşên hewayî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê agahî da.

LI HERÊMA BAGOKÊ 2 ENDAMÊN ÎSTIXBARETÊ HATIN KUŞTIN

Di daxuyaniya HPG’ê de hate gotin;

“Roja 21’ê Îlonê artêşa TC’ê ya dagirker li herêma Xirbê Mişka yê herêma Bagok a Mêrdînê operasyonek da destpêkirin. Heman rojê hêzên me yên YJA-Starê li dijî yekîneyên dijmin yên derketîn operasyonê bi çarwoeya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de bi taktîka sabotajê çalakiyek li dar xist. Di vê çalakiyê de 2 endamên îstixbaretê ku xwestin li herêmê tevgera gerîla bişopînin hatin kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.

LI NAVÇEYA WESTANÊ OPERASYON

Roja 13’ê Îlonê artêşa TC’ê ya dagiker li zozanên Arpet ya navçeya Westan a Wanê operasyonekî dagirkeriyê da destpêkirin. Di vê operasyonê de 5 hevrêyên me şehîd bûn. Agahiyên têkildarî operasyonê wê piştre ji raya giştî re were eşkerekirin.

BALAFIRÊN ŞER BOMBE LI HERÊMA WERXELÊ BARAND

Roja 24’ê Îlonê navbera saet 08:40 û 09:40’an de balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker herêma Werxelê ya herêma Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê bombebaran kir. Di vê bombebaranê de tiştek bi hêzên me nehatiye.”