HPG: Li Kanîreşê 7 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihandin, li herêma Kanîreşê ya Şemzînanê di çalakiya gerîla de 7 leşkerên Tirk hatine kuştin, 2 leşker jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiya îro danê sibehê ya li bejahiya navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

"21'ê Sibatê saet 07:30'î hêzên me li herêma navbera girên Kanîreş û Koordîne yên navçeya Şemzînan a Colemêrgê li dijî yekîneyeke artêşa TC a dagirker çalakiyeke sabotajê kirin. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hate tespîtkirin 7 leşker hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn. Hêzên dagirker piştî çalakiyê bi helîkopterên bi tîpa Skorsky leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê rakirin."