HPG: Li bejahiya Şirnexê leşkerekî dijmin hate cezakirin

Li bejahiya herêma Cûdî ya Şirnexê di encama çalakiyeke sûîqestê ya hêzên gerîla de leşkerekî artêşa Tirk hate kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî mijarê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Di 12'ê Hezîranê de saet 18:50'î hêzên me di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Rizgar Gever de li herêma Cûdî ya Şirnexê li dijî artêşa TC a dagirker a li qada Deriyê Cebraîlê çalakiyeke sûîqestê kirin. Di encama çalakiyê de leşkerekî dijmin hate cezakirin.

2'ê Hezîranê bi şev li qada şehîd Mizgîn a Bedlîsê, di navbera hêzên me û artêşa TC a dagirker de şer qewimî. Di 3'ê Hezîranê de saet 03:00 hêzên dagirker bi helîkopterên Skorsky leşker li herêmê danî û dest bi operasyona dagirkirinê kir. Operasyonê heta 7'ê Hezîranê dewam kir û agahiyên têkildarî wê hatin bidestxistin wê bi raya giştî re bên parvekirin.

Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker êriş birin ser Herêmên Parastinê yên Medyayê. Di vê çarçoveyê de;

13'ê Hezîranê saet di 13:00 qada Cîlo yê biçûk ê herêma Zapê, 14'ê Hezîranê (îro) saet di 04:00 de qada Saca ya herêma Zapê bombe kirin.

Di 13'ê Hezîranê de saet 19:20'î qada Şehîd Dîren a herêma Avaşînê hate bombekirin. Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat."