HPG: Li Bedlîsê kontrayan sivîlek qetil kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku kontrayên şal û şapikên gerîlayan li xwe kiribûn li Bedlîsê sivîl qetil kirine yê ku çûye êzingan. Kontrayan ji bo Davût Coşkûn ê ku hatiye qetilkirin, sersaxî xwest.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got ku “Di 18’ê Gulanê de yekîneyeke kontra şal û şapikên gerîlayan li xwe kirine û li qada Şehîd Mizgîn a Bedlîsê kemîn danîne."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku gelê sivîl ên ku hatine êzingan bûne hedefa van kontrayan û got ku “Di vê êrîşa kontrayan de ciwanê bi navê Davût Coşkûn hatiye qetilkirin.

Dewleta Tirk a dagirker bi rêya medyaya xwe vê êrîşa li ser sivîlan xistiye stûyê hêzên me. Dewleta Tirk a faşîst ev êrîş kiriye û bi rêya medyaya xwe dixwaze gel bixapîne. Ji Başûrê Kurdistanê heta Bakurê Kurdistanê dewleta Tirk gelek êrîş kiriye û ji bo veşartina van sûcên şer hemû metodên qirêj bi kar tîne. Divê gelê me û raya giştî ya demokratîk guh nedin van nûçeyên wan ên derew.

Di vê êrîşê de ciwanê bi navê Davût Coşkûn hatiye qetilkirin û em sersaxiyê ji malbata wî re dixwazin. Em diyar dikin ku wê êrîşên li dijî gelê Kurd tu carî bêbersiv nemîne.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di 7’ê Hezîranê de artêşa Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê jî bomberdûman kiriye.

HPG’ê got ku “Balefirên şer saet di 09.30’an de qada Kedakola ya Xinêrê, saet di 22.30ande qada Geliyê Ava Basya ya Avaşînê û saet di 23.50’an de qadên Saca û Şehîd Rustem ên herêma Zapê bomberdûman kiriye. Di van bomberdûman de tiştek bi hêzên me nehatiye.”