HPG: Li Bedlîsê 2 leşker hatin kuştin
Li Bedlîsê, di şerê 27'ê Gulanê de 2 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn. HPG'ê nasnameya gerîlayekî li Dersimê roja 29'ê Gulanê jiyana xwe ji dest da, eşkere kir.
Li Bedlîsê, di şerê 27'ê Gulanê de 2 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn. HPG'ê nasnameya gerîlayekî li Dersimê roja 29'ê Gulanê jiyana xwe ji dest da, eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyek weşand û ev agahî da:
"Di daxuyaniya duh de me ragihandibûn, ku roja 29'ê Gulanê saet di navbera 17:30-18:00 de li dora gundê Sefkan ê navçeya Pulur a Dersimê, di navbera leşkerên artêşa TC û hêzên me de şer derket û di vî şerî de gerîlayekî me ji refên xwe qut bû. Piştî vî şerî, me tespît kir ku ev hevalê me şehîd bûye.
Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye:
Nasnav: Rohat Nûrhak Nav paşnav: Mehmet Şîş Cihê jidayikbûnê: Mereş Dayik-Bav: Gulîstan-Tevfîk Dem û cihê şehadetê: 29'ê Gulana 2017 / Dersim |
Roja 27'ê Gulanê saet di 01:00 de, li dora gundê Simban ê li navbera navçeyên Tetwan û Xîzan ên Bedlîsê, leşkerên artêşa TC a dagirker û komek ji gerîlayên me li hev rast hatin û li vê derê şer derket. Di şer de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 2 leşker hatine kuştin, 2 leşker jî birîndar bûne ku yek ji wan berbaz e. Piştî şer, artêşa TC li herêmê dest bi operasyonê kir û operasyon roja 28'ê Gulanê bi rengekî bê encam qediya.
30'ê Gulanê saet di navbera 10:00-10:30 de balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li Girê Berdêqaşo û dora Şehîdgeha Mehmet Karasûngûr ên li çiyayê Qendîlê yê li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin."