HPG: Li Îdirê 2 leşker hatin kuştin

HPG'ê ragihand, di du çalakiyên sûîqestê de yên li Eyaleta Serhedê 2 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û bomberdûmana hewayî ya artêşa Tirk daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî de ku li Eyaleta Serhedê didome, hêzên me 12'ê Adarê saet 15:00 û 13'ê Adarê jî saet 07:00 li dijî leşkerên TC ên dagirker ên li qereqola Korxanê ya li girê Kirê Korê 2 çalakiyên sûîqestê kirin. Di her du çalakiyan de 2 leşkerên dijmin hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyan bi çekên giran li derdorê reşand.

13'ê Adarê balafirên şer ên artêşa TC a dagirker saet 14:00 qada Gundê Filleha yê li herêma Zê û saet 16:00 jî qada Çemankê ya herêma Garê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê bombe kirin. Bomberdûmanê zerar negihand hêzên me."