HPG: Li Çelê leşkerek hate kuştin

HPG'ê ragihand ku di 19'ê Kanûnê de li navçeya Çelê ya Colemêrgê di çalakiyeke gerîla de leşkerekî Tirk hate kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê mijarê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Di 19'ê Kanûnê de artêşa Tirk a dagirker li Geliyê Zapê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê dest bi operasyonê kir. Heman rojê hêzên me li dijî yekîneyên operasyonê çalakiyeke sabotajê kirin. Di encama çalakiyê de leşkerek hate kuştin û leşkerek jî birîndar bû. Operasyona li herêmê li hin qadan dewam dike.

Di 19'ê Kanûnê de saet di navbera 13:30 û 15:30 de balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li qadên Kalatûka, Tepê Roj, Tepê Zergelê, Bereşê û Şêxan ên herêma Qendîlê barandin.

Di 20'ê Kanûnê de saet di 14:00 balafirên şer bombe li qada Cîlo yê Biçûk ê herêma Zapê barandin.

Di 21'ê Kanûnê de piştî nîvro balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker qada gundê Peraxê yê herêma Heftanînê û qada gundê Sîda yê herêma Zapê bombe kirin.

Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehatin."