HPG: Li Çelê hêzên me derb li hêzên dagirker xistin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li dijî girên Koordîne û Xeregol ya Çelê daxuyaniyek weşand.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li dijî girên Koordîne û Xeregol ya Çelê daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniya HPG’ê de tê ragihandin ku li Xeregolê çeperek a dijmin hatiye rûxandin, 2 leşker hatine kuştin û li girê Koordîne jî derbên serkeftî li hêzên dagirker hatiye xistin.
Daxuyanî wiha ye;
“Roja 16’ê Sibatê seat 10:00’an de hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker ku li girê Xeregol a navçeya Çelê ya Colemêrgê bi cih bûbû, çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de çeperên dijmin ji du baskan ve bi awayekî xurt hate xistin, çeperek ya dijmin hate rûxandin û bi qasî hatî tespîtkirin 2 leşkerên dijmin hate kuştin.
Roja 15’ê Sibatê seat 11:00’an hêzên me li girê Koordîne yê navçeya Çelê li dijî artêşa TC a dagirker çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyê de baregeh û çeperên dijmin bi awayekî serkeftî hate xistin û hejmara kuştî û birîndaran nehate zelalkirin.”