HPG: Kontra û berpirsê Tîma Xencer hate cezakirin

HPG’ê diyar kir ku Serçete Mehmet Paksoy ê li Şirnexê hatî kuştin, ‘Kontrayeke berpirsê Tîma Xencer e’ û hatiye cezakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, têkildarî serçete Mehemt Paksoyê daxuyaniyek da:

“Kontra Mehmet Paksoy û cerdevanê Tîma Xençer ê 20 sal in li gel artêşa Tirk a dagirker dixebite, li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelê me yê welatparêz sûç dike, 31’ê Tebaxê ji aliyê hêzên me ve hatiye cezakirin.

Kesê bi navê Miho Repinî ku bi nasnavê Mehemet Paksoy tê naskirin ku li qada Botanê di şehadeta gerîlayên me de pêşengtî dikir, di qetilkirina mirovên me yên welatparêz de tetîkçî kiriye û li gorî gelê herêmê weke tora cînayetan tê binavkirin, di her demê desthilatê de bûye sîxûrê kadoro. Ev kesê ku bi destê xwe yê xwîn li ser nirxên gelê me tevgera me dixwaze bijî, di hilbijartên herêmî yên dawî de ji bo serokatiya Şaredariya Qilaban a AKP’ê hatiye hilbijartin.