HPG: Hêzên PDK'ê êrîşî kampa me ya li Garê kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku hêzên PDK’ê hewl dan bikevin kampa me ya li Garê û got: “Tevî vê hewldana êrîşê jî hêzên me şer nekirin û çek bi kar neanîn.”

HPG’ê li ser bûyera li herêma Çemankê ya li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek da.

HPG’ê banga rawestandina operasyonên PDK’ê ya li dijî kampên gerîla kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Tevî hişyariyên me jî hewl dan bi wesayitên zirxî bikevin nava kampa me ya li nêzî gundê Bebadê. Tevî vê hewldana êrişê jî hêzên me neketin şer û çek bi kar neanîn."

HPG'ê ragihand, li gel van hişyariyên wan jî hêzên PDK'ê hewl dan bi wesayitên Hammer ên zirxî bikevin nava kampa wan û ji ber vê yekê jî ji bo hişyarkirinê wan dest li rewşê werdane.

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

"Li vir 2 mayin bi van Hammeran hatin teqandin û bi vî rengî hewl hate dayin ku pêşî li pêşveçûna wan bê girtin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hêzên gerîla wê ti carî nebe aliyê ku êriş dike û hate gotin, "Em ji bo berjewendiyên neteweyî yên gelê Kurdistanê naxwazin şer bikin û vê yekê bi rengekî eşkere jî radigihînin.

Em bang li PDK'ê dikin ku dest ji operasyonên xwe yên li dijî kampên me berde. Lê belê bila her kes zanibe; eger êrişên navborî dewam bikin, hêzên me yên gerÎla wê di çarçoveya xweparastina rewa de xwe biparêzin."