BI DÎMEN

Li Zanîngeha Cambridge wêneçîroka ‘Azadî wê bi ser bikeve’ hat nasandin

Li Zanîngeha Cambridge civîna danasîna wêneçîroka bi navê “Azadî wê bi ser bikeve- Bi Wêneyan Jiyana Abdullah Ocalan” hate lidarxistin û pergala êşkceya Îmraliyê û sûcên şer ên dewleta Tirk hatin nîqaşkirin.

Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” de, li Brîtanyayê danasîna ewil a wêneçîroka bi navê Freedom shall prevail (Azadî wê bi ser bikeve) li Salona Semînerê ya Beşa Civaknasî ya Zanîngeha Cambridge hate kirin.

Civîna danasînê ji aliyê Meclîsa Jinê ya Jiyan ve hate organîzekirin. Nivîskarê Skotî ê wêneçîrokê Sean Michael Wilson û ji Însiyatîfa Azadiya Abdullah Ocalan a Navneteweyî Reimar Heider tevlî danasînê bûn. Gelek akademîsyenên zanîngehê û xwendekarên doktora û master eleqe nîşanî civînê kirin. Erkdarê Hîndekariyê ya Beşa Civaknasî ya Zanîngeha Cambridge Prof. Dr. Thomas Jeffrey Miley malovaniya civînê kir.

PROF. DR. MILLEY: ÇARESERIYA AŞTIYANE BI OCALAN RE PÊKAN E

Prof. Dr. Thomas Jeffrey Miley beşdaran silav kir û bal kişand ser teoriyên Konfederalîzma Demokratîk a Abdullah Ocalan ku çareseriyên aştiyane pêşkeşî gelek şer û qirkirinên li cîhanê dike. Ji Meclîsa Jinê ya Jiyan Aso Kemalî jî qala dîrokçeya rolên ferdî yên Abdullah Ocalan û Sakîne Cansiz a di avakirina Tevgera Azadiya Kurd de kir.

Piştî axaftina Aso Kemalî, Nivîskar Sean Michael Wilson û ji Însiyatîfa Azadiya Abdullah Ocalan a Navneteweyî Reimar Heider li ser sînevîzyonê pêvajoya fikra wêneçîrokê, pêvajoya nivîsandinê û çarçoveya wê vegotin. Wilson û Heider anîn ziman ku dema ew metnên têkildarî Tevgera Azadiya Kurd lêkolîn kirine û wergerandine, ferq kirine ku bi taybetî nîfşên nû nizanin ku Tevgera Azadiya Kurd di salên 1980’an de çawa destpê kiriye.

Reimer û Sean diyar kirin ku dema ew ferq kirine ku nîfşekî ku nizanin tevger di salên 1980’an de çawa destpê kiriye heye, dest bi vê xebatê kirine û gotin: “Gelek metnên têdildarî tevgerê bi awayekî teorîk tê destgirtin, dîrok, têkilî û ferd zêde nayê lêkolînkirin. Ji ber vê wêneçîrok bi nêzîkatiyeke zêdetir gihiştbar xitabî hemû temenan dike.”

‘WÊ ARMANC TU CAR NEYÊ JIBÎRKIRIN’

Nivîskar Sean Michael Wilson li ser sînevîzyonê dîmenên ku wêneçîrok bi konferanseke li Reqayê bêmûçe belavî jinan tê kirin û ji zarokên şehîdan re tê xwendin, nîşan kir. Wilson got: “Bi vî rengî wê armanca ku bi hezaran kes canê xwe feda kir wê neyê jibîrkirin.”

Piştî pêşkêşiyan, Wilson û Heider bersiv dan pirsên xwendekarên Zanîngeha Cambridge. Di beşa pirs û bersivê de piraniya xwendekaran anîn ziman ku dewleta Tirk bi temamî dijberî demokrasiyê tevdigere û destnîşan kirin ku ne xwedî darazekî demokratîk û bi edalet e ku parastina Abdullah Ocalan bike.

Ji Însiyatîfa Azadiya Abdullah Ocalan a Navneteweyî Reimar Heider têkildarî pergala qirkirina Îmraliyê axivî û got: “Abdullah Ocalan temaşeyî çiqil û pelên li ser diwaran dirêj bûne dikir, kêfxweş dibû. Dema erkdarên ewlehiyê bi rewşê hesiyan dar hat birîn.”

Hinek akademîsyen û xwendekarên ku tevlî nîqaşan bûn, tecrîda li Girava Îmraliyê weke sûcê şer pênase kirin û bi bîr xistin ku xirakirina Heskîfê jî parçeyek ji vê dagirkeriyê ye.

Piştî civînê Nivîskar Sean Michael Wilson wêneçîroka bi navê “Azadî wê bi ser bikeve- Bi Wêneyan Jiyana Abdullah Ocalan” ji bo xwîneran îmze kir. Eleqeyekî zêde nîşanî standa pirtûkê hate kirin û nîqaş di standê de bi pirs û bersiv berdewam kirin.