BI DÎMEN

Ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Aarauyê stand hat danîn

Li Aarauyê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çaresriya siyasî” stand hat danîn. Parlamenterê Partiya Keskan Marcus Dietschi serdana standê kir û got: “Divê demildest tecrîd bi dawî bibe.”

Li bajarê Aarau yê Swîsreyê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” stand hat danîn. Stand bi al û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin xemilandin. Di standê de tecrîda Îmraliyê, êşkence û pergala qirker hat teşhîrkirin. Di standê bi sedan belavok hatin belavkirin.

PARLAMENTERÊ PARTIYA KESKAN: DIVÊ DEMILDEST TECRÎD BI DAWÎ BIE

Parlamenterê Partiya Keskan (Grüne) Marcus Dietschi serdana standê kir û got: “Kurdan nîşan da ku azadî li çar parçeyên Kurdistanê pêkan e. Ev bi bandor e. Ji ber vê yekê ye ku Abdullah Ocalan bi salan e di girtîgehê de ye û tecrîd li ser tê meşandin. Divê demilest tecrîd bi dawî bibe. Divê Ewropa azadiya Kurdan û tecrîdê bigre dest. Di heman demê de divê em piştgirî bidin têkoşîn û berxwedana Kurdan a li Rojhilata Navîn.”

‘TECRÎD BINPÊKIRINA HIQÛQÊ YE’

Stand saet 13.00’an dest pê kir û heta 17.00’an bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Li ser navê pêngavê daxuyanî hat dayîn û wiha hate gotin: “Li seranserî cîhanê bi milyonan Kurdan got, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ‘vîna mine’ û xwedî lê derket. Zêdetirî çar salan e bêpeywendiyek mutlaq heye. Tu peywendiyê wî bi dinyayê re nine. Tecrîda li Îmraliyê binpêkirina hiqûqa Tirkiyeyê û ya navneteweyî ye.”

‘DIVÊ BI FÎZÎKÎ AZAD BIBE’

Di daxuyaniyê de hate gotin ku divê tecrîd demildest bi dawî bibe û ev tişt hate gotin: “Divê derfetên hevdîtinê yê malbat û parêzerên Rêberê me bên avakirin. Rêberê me kilîda sereke ya pirsgirêka Kurd e. Her kes jî vê yekê baş dizane. Divê di lêgerîna çareseriya siyasî ya adil û demokratîk a pirsgirêka Kurd de firsend bê dayîn û ji aliyê fîzîkî ve azad be.”

Daxuyanî bi dirûşmetên “Bijî Serok Apo” û “Es lebe Öcalan” bi dawî bû.