BI DÎMEN

Li Darmstadtê ji bo meşa Kolnê belavok hatin belavkirin

Li Darmstadtê ji bo tevlîbûna meşa mezin a 16’ê Mijdarê ku wê li Kolnê bê lidarxistin, belavok hatin belavkirin.

MEŞA MEZIN A KOLNÊ

Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê ji bo meşa mezin a 16’ê Mijdarê li Kolnê bê lidarxistin, belavok hatin belavkirin. Di çarçoveya xebatên meşê de bi sedan belavok hatin belavkirin û ji xelkê Elman re behsa girîngiya meşê hat kirin.

Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) Zubeyde Zumrut ya ku tevlî xebatên meşê bû, banga tevlîbûna meşa 16’ê Mijdarê ya li Kolnê bê lidarxistin kir. Zumrut anî ziman ku azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan pêngava aştî û aramiya Rojhilata Navîn e.

Hevseroka KCDK-E’yê Zubeyde Zumrut diyar kir ku pêvajo bi gotina, "Em hatine dawiya rê; dema azadiya Abdullah Ocalan e" gihiştiye qonaxeke krîtîk û got: “Gelê Kurd bi fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civakek demokratîk, wekhev û aştiyane dixwaze.”

Zumrut anî ziman ku ne tenê gelê Kurd, divê hemû gelên cîhanê yên ji bo azadî, wekhevî û edaletê têdikoşe piştgiriya meşa mezin a Kolnê bike.

Di tevahiya xebatên meşê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.