Jinan banga tevlîbûna ‘Mîtînga Azadiyê’ ya li Amedê kirin

Jinan li Wanê banga tevlîbûna “Mîtînga Azadiyê” ya ku dê di 13’ê Cotmehê de were lidarxistin kir û got: “Em ê bi hêza felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Amedê bin.”

Li Wanê bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li ber Aydin Perîhan AVM daxuyanî hat dayîn û banga tevlîbûna “Mîtîna Azadiyê” ya ku dê di 13’ê Cotmehê de li Amedê were lidarxistin hat kirin. Mîtîng bi boneya şermezarkirina Komploya 9’ê Cotemehê tê lidarxistin. Di daxuyaniyê de dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin. Hilbijartiyên gel ên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên herêma Serhedê tevlî daxuyaniyê bûn.

Di daxuyaniyê de Parlamentera DEM Partî ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît axivî. Gulcan Kaçmaz Sayyîgît anî ziman ku li ser vê axê bi salan e polîtîkayên şer tên meşandin û got: “Li gel vê polîtîkaya şer 26 sal in Birêz Abdullah Ocalan dîl tê ragirtin û 43 meh in jî polîtîkaya tecrîdê ya mutlak li ser tê meşandin. Em ê di 13’ê Cotmehê de li Qada Îstasyonê ya Amedê ji bo Birêz Abdullah Ocalan ‘Mîtînga Azadiyê’ li dar bixin. Em weke xwediyê van xakan wiha dibêjin, em amade ne ku bi hemû gelên li ser van axan dijîn re, jiyaneke azad û wekhev di nava aştiyê de ava bikin û ji bo vê jî em ê her tim têbikoşin. Eger li ser van axan şer bidawî bibe, muxatafê sereke Birêz Abddullah Ocalan e. Ji ber vê yekê em weke jinên TJA'yê bi hêza ku felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' daye me, ji bo dawî li van polîtîkayên tecrîdê yên li ser Birêz Abdullah Ocalan bên û bêpeywendiya mutlaq bi dawî bibe û ji bo avakirina jiyanek wekhev û adîl em ê di 13’ê Cotmehê de li Qada Îstasyonê ya Amedê bin.”