BI DÎMEN

Li Winterthurê li dijî êrîşên dagirkeriyê çalakî hat lidarxistin

Li Winterthurê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Kurd li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û xiyaneta PDK’ê çalakî hat lidarxistin.

Li bajarê Winterthur yê Swîsreyê bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Jinên Ciwanên Tekoşer (TekoJIN) li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û xiyaneta PDK’ê çalakî hat lidarxistin. Di çalakiyê de alên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, TCŞ û TekoJIN’ê hatin hildan. Di çalakiyê de ciwanan bêyî navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” berz kirin.

Çalakiya ciwanan bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Piştre li ser navê ciwanan Mîran Mêrdîn daxuyanî xwend û gerîlayên fedaî Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn ên li Enqereyê çalakiya fedaî pêkanîn bi bîr anî. Mîran Mêrdîn, Gerîlayên Azadiya Kurdistanê yên roj bi roj li dijî êrîşên dagirkeriyê dîrokê dinivîsin silav kir û got: “Em weke ciwanên Kurd soz didin ku em ê xeyalên şehîdan weke ferman bi cih bînin û xiyanetê vale derxînin.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Ciwan fedaiyên Rêber Apo ne” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.