HPG: Hêzên me li Çelê li dagirkeran xistin

HPG’ê diyar kir ku gerîlayan 19’ê Adarê li dijî artêşa Tirk li Girê Xeregol ê navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakî kirine. HPG’ê têkildarî êrîşên hewayî jî agahî da.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên hewayî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir ku, hêzên wan roja 19’ê Adarê saet 13:00’an li dijî artêşa TC’ê ku li Girê Xeregol ê navçeya Çelê ya Colemêrgê bi cih bûbû, çalakiyek li dar xistin. HPG’ê got, di çalakiyê de çeper û baregehên dijmin bûne hedef, hejmara kuştî û birîndaran nehate testpît kirin.

ERÎŞÊN HEWAYÎ

HPG’ê têkildarî êrîşên hewayî got; “Roja 20’ê Adarê (Îro) balafirên şer navbera saet 09:00 û 10:30’an de bombe li gundê Bêreşê, Bêpalan û Kozinê û herêma Kalatûka yên herêma Qendîl a Herêmên Parastinê yên Medyayê brandin.

Dîsa roja 19’ê Adarê seat 16:00’an balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li girê Avdilovî û Lêlikan ên herêma Sîdekan a Başûrê Kurdistanê barand.

Di bombebaranan de tu windahiyek canî ya hêzên me çenebûn lê di êrîşa hewayî ya li dijî Qendîlê de zirarek mezin gihişte bax û baxçeyên gundiyan.”