HPG: Hevrêyê me Rûbar li Rihayê şehîd bû

HPG'ê nasnameya gerîlayê li Rihayê şehîd bû eşkere kir û got, "Hevrêyê me Rûbar bi têkoşîna xwe ya destanî ya ji 12 salan wê çavkaniya sûdwergirtinê û meşaleya rêya hevrêyên xwe be."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ev daxuyanî da:

"Hevrêyê me Rûbar Hebûn 7'ê Kanûnê li gundê Hacilar ê navçeya Hewagê ya Rihayê şehîd bû. Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me yê şehîd bûye wiha ne:

Nasnav: Rûbar Hebûn
Nav paşnav: Ferhat Tûnç
Cihê jidayikbûnê: Riha
Dayik-Bav: Remziye-Kemal
Dem û cihê şehadetê: 7'ê Kanûna 2021 / Riha

 

Bajarê me yê Rihayê ku xwedî çandeke kevnar e û malovanî ji gelek şaristaniyan re kiriye, di heman demê de hebûna xwe ya civakî û çanda kevnar heta vê serdemê parastiye. Xelkê me yê Rihayê yê welatparêz, ku bi kedkarî û dilsoziya bi xaka xwe tê naskirin, ji berê ve xwedî li gelek berxwedanan derketiye û kesayetên pêşeng afirandiye. Ji ber vê yekê xelkê me yê Rihayê bi taybetî bûye hedef ji dewleta Tirk a qirker re û kiryarên asîmîlasyonê û polîtîkaya şerê taybet li ser hatiye meşandin. Li gel nokerî, paşverûtî, komên kontra û her cûre kiryarên li derveyî mirovahiyê jî xelkê me yê Rihayê dest ji berxwedanê bernedaye. Tevî hebûna hin hêz û derdorên noker hevkar ên hewl didin têkoşîna azadiyê û berxwedana bi rûmet a xelkê me yê Rihayê gemarî bike jî, xelkê me yê Rihayê timî daye ser şopa lehengên xwe yên pêşeng û berxwedan mezin kiriye.

Hevrêyê me Rûbar jî li dijî polîtîkayên bêesîlkirina Kurdan ên dewleta Tirk a qirker, hîn di ciwantiya xwe de dest bi têkoşînê kir. Daxwaza xwe ya têkoşînê roj bi roj mezintir kir û li dijî zîhniyeta qirker hesta tolhildanê li gel xwe zêde kir. Gihîşt wê baweriyê ku li dijî dewleta Tirk a qirker, yekane rêya serxistina şerê azadî û hebûnê yê Kurdan, bi berxwedana gerîla dibe. Li xaka ku tê xwestin mehkûmî lenetkirinê bê kirin, xwedîderketina li welatparêziyê, dîroka civakî û çandê tenê bi têkoşîneke xurt dibû. Hevrêyê me Rûbar ji bo barê giran ê mîrateya dîrokê hilde ser milê xwe, zanîbû ku divê xwe bi her awayî feda bike û bêyî bikeve dudiliyê bû rêwiyekî vê rêya azadiyê. Ji bo xwe bigihîne asta rûmetê ya bûyîna fedayiyê gelê Kurd ê mezlûm, berê xwe da çiyayên azad.

Bi her awayî tevlî jiyana gerîla bû û di kedkarî, pêşengî û dilsoziya bi hevrêtiyê re sekneke bi mînak nîşan da. Bi vê sekna xwe li her qadê cihê xwe di dilê hevrêyên xwe de girt. Pêwîstiyên milîtaniya fedayî ya pêşeng hewl da di kesayetiya xwe de şênber bike û mîsyona pêşengiyê bi fedakariyeke mezin pêk bîne. Ji Xakurkê heta Zagrosan li gelek qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê bi erk û berpirsyarî rabû û bi rengekî serketî wezîfeyên xwe bi cih anî.

Li dijî êrişên dagirker ên dewleta Tirk a qirker, ji xwe re kir esas ku di têkoşînê xwe de şareza bike û hevrêyên xwe perwerde bike. Wezîfeyên xwe bi biryardariyeke mezin, bi îradeyeke xurt bi cih anî. Hevrêyê me Rûbar bi rengekî çalak tevlî gelek çalakiyan bû ku derbên giran li dewleta Tirk a dagirker hate xistin. Di asta pêşengiyê de gelek çalakî jî koordîne kir. Faîzma DAÎŞ'ê sala 2014'an dema ku êriş bir ser xaka Başûrê Kurdistanê û hewl da gelê me qir bike, rahişt çeka xwe û bû yek ji fedayiyên ku ber bi eniya herî pêş ve beziya. Li Mexmûr û Kerkûkê li dijî paşverûtiya DAÎŞ'ê bi lehengûı şer, di vî şerî de birîndar bû û ji bo ji eniya berxwedanê qut nebe bi her awayî hewl da. Li eniya Mexmûr-Kerkûkê heta dawiyê ma û piştî ku çeteyên DAÎŞ'ê têk bir, ji nû ve li Herêmên Parastinê yên Medyayê vegeriya.

Bi biryardarî hewl da ku tecrûbeyên wergirtî li ser bingeha rê û rêbazên serdema nû ya gerîla de bixe li Bakurê Kurdistanê bixe meriyetê. Li ser vê bingehê derbasî herêma Rihayê bû, demeke dirêj li vê derê ma û xwe ji dijmin parast. Bi tena serê xwe gelek kar kir û encamên gelekî girîng û hêja bi dest xist. Dema ku bi erka xwe radibû di 7'ê Kanûna 2021'ê de gihîşt şehadetê.

Hevrêyê me Rûbar bi têkoşîna xwe ya destanî ya ji 12 salan wê çavkaniya sûdwergirtinê û meşaleya rêya hevrêyên xwe be. Di têkoşîna azadiyê de wê her tim bê bîranîn. Li ser vê bingehê em sersaxiyê ji malbata hêja, xelkê Rihayê yê welatparêz û tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin."