HPG: Gerîlayê li Enqereyê çalakî kir, li Osmaniye şehîd ket

HPG’ê ragihand ku gerîlayê  bi navê Ararat Amanos ê li dijî Wezareta Daîreya Bacê ya li Semta Çûkûrambar a Enqerê çalakiyek pêk anî, 2’yê Sibatê li Osmaniyeyê şehîd bûye.

Navena Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîlayê  bi navê Ararat Amanos ê li dijî Wezareta Daîreya Bacê ya li Semta Çûkûrambar a Enqerê çalakiyek pêk anî daxuyaniyek nivîskî da.

Her wiha HPG’ê diyar kir ku gerîlayê wan Ararat Amanos piştî çalakiyê li Osmaniyeyê li dijî yekîneyeke artêşa Tirk bi ruheke fedayî şer kiriye û şehîd bûye.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî da:

“1’ê Sibatê saet derdorî 20:00’an hevrêyê me Ararat Amanos li dijî Wezareta Daîreya Bacê ya li semta Çûkûrambar a girêdayî navenda Enqerê çalakiyeye bi rêbaza fedayî lidar xistiye. Di encam çalakiyê de ziyaneke mezin gihişte avahiya daîreya bacê. Hevrêyê me Ararat Amanos ji bo ziyan negihêje sivîlan bi taybet saeta çalakiyê hilbijartiye. Hevrêya me Ararat ê piştî çalakiyê bi saxî rizgar bû 2’yê Sibatê li nêzî Osmaniyeyê bi yekîneyeke dijmin re ketiye şer. Hevrêyê me li vir bi ruhekî fedayî li yekîneya dijmin xist. Di çalakiya hevrêye me de ku gelek leşker hatin kuştin, ji bo bi saxî nekeve destê dijmin bombeya xwe li ser xwe diteqîne û şehîd dibe.

Nasnameya hevrêyê me yê şehîd bûye wiha ye:

Nasnav: Ararat Amanos

Nav û Paşnav: Ersen Ertogan

Cihê Jidayîkbûnê: Mêrdîn

Navê Dayik-Bav: Şahîde – Fahrî

Cih û Dîroka Şehadetê: Osmaniye/2’yê Sibata 2018

Hevrêyê me Ararat Amanost di sala 1991’an de li navçeya Şemrex a Mêrdînê hatiye dinê. Hevrêyê me Ararat di temenê xwe yê zarokatiyê de rastiya hov a dijmin a xwîn mij naskiriye. Hevrêyê me Ararat Amanos di dema xwendina xwe ya zanîngehê de bi awayekî aktîf di nava xebatên ciwanan de cih girt, ji bo azadiya azadiya Rêber Apo û azadiya gelê Kurd di sala 2014’an de tevlî refên gerîla bû. Ji roja ku tevlî tevgera me bibû, bi ruhekî dînamîk û coş di demeke kurt de xwe kiriye yek û bi fedekariyeke mezin tevlî xebatan bûye. Di vê rêya azadiyê de hevrêyê me Ararat erkên mezin girtiye. Di tevahî vê rêyê de bi coş û moraleke pir mezin heta kêliya şehîd ketiye bi hemû hêza xwe têkoşîn kiriye.

Weke Tevgera Azadiya Kurdistanê di serî de sersaxiyê ji malbata Ertogan û hemû gelê welatparêz re dixwazin. Carekî din dibêjin di kesayeta hevêryê xwe Ararat Amanos û hemû şehîdên Kurdistanê de soz didin heta Rêbertiye azad û Kurdistaneke azad em ê têkoşîna xwe bidomînin.”