HPG: Em hevrêyên xwe Goran, Erdal û Hogir bi rêzdarî bi bîr tînin

HPG'ê 3 gerîlayên sala 2018'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji ber êrişa hewayî şehîd bûn bi bîr anî û diyar kir ku wê bi têkoşîna xwe xwedî li bîranîna hevrêyên xwe yên leheng derkevin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, têkildarî gerîlayên sala 2018'an di êrişa hewayî de şehîd bûn daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"30'ê Cotmeha 2018'an di êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de li Herêmên Parastinê yên Medyayê hevrêyên me Goran, Erdal û Hogir şehîd bûn.

Dewleta Tirk ku ji dema ava bûye û vir ve nijadperestî û faşîzm kiriye felsefeya xwe ya bingehîn û ji bo li ser piyan bimîne timî xwedî li vê zîhniyetê derketiye, nasnameyên etnîkî û olî yên cuda yên li welêt hemû qir kir. Sîstema mêtinger, ji bo qirkirina gelê Kurd ku yek ji van nasnameyên cuda ye, di pêvajoya qirkirinê de plan û proje bi rêk û pêk amade kir û heta vê demê jî ji vê polîtîkaya xwe venegeriya ye. Ev zîhniyeta qirker ku Plana Şark Islahat a li dijî hebûna Kurdan ti carî ji rojevê dernexist, di demên cuda de bi rê û rêbazên cuda ev plana xwe xist meriyetê. Di vê çarçoveyê de li qada Botanê ku yek ji qadên destpêkê ye Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê gihîşt girseya gel, ji bo tasfiyekirina Kurdîtiya azad, ji şewitandina gundan heta kuştinên kiryar nediyar, rê û rêbazên hovane pêk anî. Lê belê gelê me yê Botanê yê hêja, ku parêzvanê bi sedan salan ê çanda berxwedanê ye, li gel van êrişên faşîzan jî ji sekna xwe tawîz neda û dijmin bêzar kir.

HEVRÊ GORAN

Malbata hevrêyê me Goran di salên 1990'î de ji ber şewitandina gundê wan ji aliyê dijminê mêtinger ve, neçar ma koçî herêmên cuda yên Kurdistanê bike, li gel her cûre zext û zordariyê jî dest ji hişmendiya Kurdîtiyê berneda. Hevrêyê me Goran ev taybetmendiyên hêja yên malbata xwe û civata xwe di kesayetiya xwe de temsîl kir û bi berpirsyariyeke mezin û hişmendiya welatparêziyê tevlî nava refên gerîla bû. Polîtîkaya tecrîdê ya giran a dijmin li Rêberê me ferz dike, kir ku hevrêyê me Goran hîn bêhtir li dijî dijmin bi hêrs bibe û ji bo vê hêrsa xwe bixe meriyetê gelekî hewl da. Di encamê de jî bû milîtanekî pêşeng û li herêmên Zagros, Heftanîn û Botanê karên serketî kir. Piştre li herêmên cuda yên têkoşîna me bi erk û wezîfeyê krîtîk rabû û bû fermandarekî mînak. Bi sadebûn, xwezayîbûn, durustî û jidilbûna xwe bawerî da hevrêyên xwe hemûyan. Hevrêyê me Goran heta ku şehîd bibe di kesayetiya xwe de tawîz ji pîvanên Apoyî neda û bû yek ji mînakên hêja yên milîtaniya Apoyî.

HEVRÊ ERDAL

Hevrêyê me Erdal, li sembola berxwedan û azadiyê li Kobanê ku bi berxwedêriya xwe faşîzma DAÎŞ'ê têk bir, li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber taybetmendiyên welatparêziyê yên malbata xwe, hîn di temenê biçûk de Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas kir û bi Şoreşa Rojava re kete bin bandora paradîgmaya Rêber Apo. Ji bo tevlî nava refên  gerîla bibe berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me Erdal bi perwerdeya ku li nava gerîla wergirtî di kesayetiya xwe de guhertinên mezin çêkir û bû milîtanekî pêşeng. Danheviya xwe ya teorîk û pratîkî timî bi hevrêyên xwe re parve kir û bi vê taybetmendiya xwe di nava hevalên xwe de bû sembola çand û ruhê komunal. Ji karên ciwanan heta karên li qada civakî li gelek herêmên têkoşîna me karekî serketî kir. Bi taybetmendiya xwe ya piralî û ji her wezîfeyê re amade, bû şoreşgerekî yekbûyî. Hevrêyê me Erdal bi dilsoziyeke mezin bi pêvajoya şoreşê ve girêdayî bû ku bi pêşengiya partiya me PKK li Kurdistan û Rojhilata Navîn pêk hat. Ji bo bayê vê şoreşê bigihîne gelên Rojhilata Navîn bi coş û kelecaneke mezin têkoşiya û heta bigihêje şehadetê jî ev coş û kelecana xwe dewam kir.

HEVRÊ HOGIR

Hevrêyê me Hogir li nava malbateke welatparêz a Colemêrgê ji dayik bû, ji ber taybetmendiyên welatparêziyê yên malbata xwe Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê di temenê biçûk de nas kir. Di dema êrişên giran ên dewleta Tirk a dagirker û qirker de ku sala 2015'an di çarçoveya plana têkbirinê ji bo tasfiyekirina gel û tevgera me hatin kirin, bi hişmendiyeke mezin tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Hogir di demeke kurt de hînî rêbaza jiyanê ya gerîla bû, bi perwerdeya xwe ya îdeolojîk û leşkerî bû gerîlayekî şareza. Hevrêyê me Hogir ji bo xwe kir armanc ku armancên hevalên me yên şehîd û felsefeya Rêber Apo bi cih bîne. Ji xwe re kir pîvan ku li gorî van armancên xwe bijî. Hevrêyê me Hogir di heman demê de bi taybetmendiyên xwe yên têgihiştî, karker, xwedî tecrûbe û durust, taybetmendiyên milîtaniya Apoyî di kesayetiya xwe de kir yek û bû milîtanekî mînak ê PKK'ê.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên leheng, em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê di têkoşîna xwe de xwedî li bîranîna hevrêyên xwe yên leheng derkevin.

Agahiyên li ser nasnameya her sê şehîdan wiha ne:

Nasnav: Hogir Welat
Nav paşnav: Berşan Esmer
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Asiye-Serdar
Dem û cihê şehadetê: 30'ê Cotmeha 2018 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Goran Azad
Nav paşnav: Mahmût Yildirim
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Fatma-Cangir
Dem û cihê şehadetê: 30'ê Cotmeha 2018 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Erdal Şahîn
Nav paşnav: Celal Mahmûd Şahîn
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Dayik-Bav: Zehra-Mahmûd
Dem û cihê şehadetê: 30'ê Cotmeha 2018 / Herêmên Parastinê yên Medyayê