HPG: Em hevrêyên xwe Axîn, Ekîn û Hêlîn bi rêzdarî bi bîr tînin

HPG'ê 3 gerîlayên ku di 6'ê Hezîranê de li Xakurkê ji ber êrişeke hewayî şehîd bûn bi bîr anî û destnîşan kir, ku her sê gerîla bi xeta xwe ya berxwedanê ya li dijî operasyona dagirkeriyê ji wan re bûn mînak.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê der barê mijarê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Di 6'ê Hezîrana 2019'an de li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê ji ber êrişeke hewayî ya artêşa TC a dagirker hevalên me Axîn (Dîlek Tektaş), Ekîn (Yoncagul Agaç) û Hêlîn (Leyla Çelîk) şehîd bûn. Agahiyên der barê hevalên me yên şehîd bûn wiha ne:

Nasnav: Axîn Sozdar

Nav paşnav: Dîlek Tektaş

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Hacer-Zahîr

Dem û cihê şehadetê: 6'ê Hezîrana 2019'an / Xakurkê

Nasnav: Ekîn Çemçe

Nav paşnav: Yoncagul Agaç

Cihê jidayikbûnê: Qers

Dayik-Bav: Rabîa-Sîracettîn

Dem û cihê şehadetê: 6'ê Hezîrana 2019'an / Xakurkê

Nasnav: Hêlîn Bawer

Nav paşnav: Leyla Çelîk

Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn

Dayik-Bav: Halîse-Mehmet

Dem û cihê şehadetê: 6'ê Hezîrana 2019'an / Xakurkê

Hevrêyên me Axîn, Ekîn û Hêlîn li bajarên cuda yên Kurdistanê ji dayik bûn û bi welatparêziya civaka xwe mezin bûn. Her sê hevrêyên me yên jin ku dîtin gelê Kurd tine tê hesibandin û di her kêliyê de komkujî dikarin lê bên kirin, li dijî êrişên dagirkeriyê yên li Kurdistanê di demên cuda de tevlî nava Têkoşîna Azadiyê bûn. Ji roja ku xwe gihandin refên têkoşînê û pe ve jiyana xwe edayî azadiya gelê xwe kirin û li ser bingeha felsefeya jinên azad a Rêbertî xwe perwerde kirin. Hevalên me li her devera ku wezîfe lê kirin bi pêşengî tevgeriyan, wezîfe û berpirsyariyên xwe bi rengekî serketî pêk anîn. Hevrêyên me ku ji aliyê hevalên xwe ve dihatin hezkirin di dema operasyona dagirkeriyê de bi xeta xwe ya berxwedanê bûn mînak ji hevrêyên xwe re.

Di demekê de ku êrişên faşîst gihîştin asta herî bilind hevrêyên me Axîn, Ekîn û Hêlîn tevlî berxwedana dîrokî bûn. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê têkoşîna wan heta pêkanîna xewn û xeyalên wan ên jiyana azad bi rengekî bêeman bimeşînin."