HPG'ê tol hilanî: 8 dagirker hatin cezakirin, wesayiteke Kîrpî hate îmhakirin

Gerîlayên HPG û YJA Starê ji bo bîranîna ji fermandarên herêma Gabarê Diljîn Marya Dersim çalakiyên tolhildanê kirin. Di encamê de 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kîrpî hate îmhakirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"23'ê Tebaxa 2021'ê li herêma Gabarê ya Şirnexê, di bombardûmanê de li qada Şehîd Aram yek ji fermandarên herêma Gabarê hevrêya me Diljîn Marya Dersim şehîd bû.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me Diljîn wiha ye:

Nasnav: Diljîn Marya Dersim
Nav paşnav: Saniye Toprak
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Latîfe-Mûstafa
Dem û cihê şehadetê: 23'ê Tebaxa 2021 / Gabar

Hevrêya me Diljîn li Sêrtê li nava malbateke ji kevneşopiya xurt a welatparêziyê ji dayik bû û mezin bû. Ji ber polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker ên bêkurdhiştina Kurdistanê, tevî malbata xwe neçar ma koçî Stenbolê bike. Biçûkanî bala wê çû ser Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê û şopand. Hevrêya me Diljîn zext û zordariya ku gelê me li Kurdistanê û metropolên Tirkiyeyê tê kirin dît lewma  bi rengekî çalak tevlî nava refên têkoşînê bû. Sala 1999'an li hemberî komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ku di şexsê Rêber Apo de li dijî paşeroja azad a gelê me hate kirin, li Dersimê tevlî nava refên gerîla bû û bû yek ji nûnerên sekna bi rûmet a sekna Jinên Kurd a Azad li dijî komploya lanetbûyî.

Ji kêliya ku tevlî nava refên têkoşînê bû û pê ve bi sekna xwe ya bi îrade bandoreke xurt li hevrêyên xwe hemûyan kir. Coş û moralê xwe li derdora xwe belav kir, bi ruhê karê hevpar tevgeriya û her tim bû milîtaneke pêşeng a Apoyî. Bi hezkirineke mezin bi jiyana azad ve hate girêdan, ev hezkirin da hevrêyên xwe. Bi salan li Dersim, Qendîl, Zap û Metînayê, li gelek qadan bêrawestan gerîlatî kir. Weke milîntake jin a ciwan zû hînî rastiya şer bû û di demeke kurt de bû fermandar, di asta pêşengiyê de tevlî çalakiyên gerîla yên xurt bû. Li dijî pratîka tasfiyekar a ji hundir ve li partiya me hate ferzkirin, bêteredût bû parêzvaneke xurt a xeta Rêber Apo. Xwe bi xwe bi Parêznameyên Rêbertî perwerde kir, tiştên ku hîn bû bi hevrêyên xwe re parve kir û bi sekna xwe ya bi pîvan ji bo xeta partiyê di nava jiyanê de serwer bibe bi her awayî hewl da. Di çarçoveya paradîgmaya civaka azadîparêziya jinê, ekolojîk û demokratîk bû şervan û lêgerînereke xurt a rastiyê. Di nava her şert û mercî de bi dilsoziya bi Rêbertî û şehîdan re xwe perwerde kir, dilê xwe xurt kir û her tim bi coş bû.

Hevrêya me Diljîn ku Îdeolojiya Azadiya Jinê pejirand, xist pratîkê û bû milîtaneke mînak a xeta PAJK'ê, di şerê mezin ê dijî dagirkeriyê de bû fermandareke mezin û li dijî zîhniyeta dewletperest a xwe dispêre aqlê mêr ê serdest têkoşîneke xurt kir. Hevrêya me Diljîn ku taybetmendiyên xwe yên leşkerî her li pêş bû, bi tecrûbeya xwe ya mezin gelek fermandar û şervan gihand û tevkariyeke mezin li Têkoşîna Azadiyê ya gelê me kir.

Hevrêya me Diljîn bi mîsyon û wezîfeyeke mezin li xaka ku lê ji dayik bû vegeriya û li herêma Gabarê bû fermandara ku derbên giran li dagirkeran xist. Li herêma Botanê bû şopdara kevneşopiya lehengiyê ya ku ji fermandarê me yê mezin Egîd dest pê kir û heta Adil û Gulbaharan dewam kir. Li ser xeta Rêbertî meşiya û rola stratejîk a nasnameya jin a azad a di şer de bi pratîka bi mînak a fermandariya YJA Starê careke din nîşan da.

Bi pratîka xwe ya gerîlatiyê ku salên dûr û dirêj kir, bû fermandareke mîna a ruhê milîtan ê Apoyî. Di serî de malbata hêja ya hevrêya me Diljîn em sersaxiyê ji xelkê xwe yê Botanê, ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Em careke din soza wê yekê didin ku têkoşîna hevrêya xwe ya nemir bi serketinê tacîdar bikin.

Di çarçoveya Pêngava Serfiraziyê ya Egîdên Botanê de;

Artêşa Tirk a dagirker di 6’ê Îlonê de li qadên Findikê, Çiyaê Bizina û Şehîd Bahoz a herêm Gabarê ya Basaya Şirnexê operasyonek daye destpêkirin. Hêzên me dagirkerên li qada Şehîd Bahoz xistine bin kontrola xwe û di heman rojê de xwe bera nav wan dane û li dagirkeran dane. Di vê çalakiya serkeftî de herî kêm 2 dagirker hatine cezakirin. Piştî vê çalakiyê dagirker di 7’ê Îlonê de ji qadê vekişiyane.

Artêşa Tirk a dagirker li qada Çiravê ya Gabarê ya li Dihêya Sêrtê li Girê Berxwedan û Deşta Mistoxê operasyonek daye destpêkirin. Di 7’ê Îlonê de saet di 19.00’an de hêzên me di navbera gundên Aval û Nîtê de li dijî wesayîta zirxî ya Kîrpî ya dagirkeran çalakiyeke sabotajê kiriye. Di vê çalakiyê de 6 dagirker hatine cezakirin û 4 dagirker jî birîndar bûne. Wesayîta zirxî ya Kîrpî jî îmha bûye. Piştî vê çalakiya serkeftî ya hêzên me, dewleta Tirk a dagirker bi helîkopteran mirî û birîndarên xwe ji qadê derxistine.

Li Qada Berxwedanê ya Werxelê ya Avaşînê;

Di 12’ê Îlonê de saet di navbera 21.00 û 22.30’an de artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran Qada Berxwedanê ya Werxelê bomberdûman kiriye. Piştî bomberdûmanê dagirkeran hewl dan bi pêş ve biçin. Di navbera dagirkeran û Berxwedêrên Werxelê de şer çêbû. Digel ku dijmin teknîkeke zêde bi kar anî jî li hemberî berxwedana hêzên me nekariye bi pêş ve biçe. Artêşa Tirk a dagirker di 13’ê Îlonê de di destê sibehê de sûcekî şer kiriye, Qada Berxwedanê bi gazên jehrî bomberdûman kiriye.

Bi obus, helîkopter û balefirên şer li Herêmên Parastinê yên Medyayê hatiye xistin.

Di 12’ê Îlonê de bi şev helîkopter li ser qadên Mervanos, Tabûra Ereba, Girê Spî, Girê Sor û Girê Silêman a Avaşînê geriyane. 

Di 11’ê Îlonê de saet di 22.45’an de dagirkeran bi obusan li gundê Banikê û qada Pîrbila ya Heftanînê dane.

Di 12’ê Îlonê de saet di 23.00’an de balefirên şer Girê Deştanê ya qada Sinînê ya Xakurkê bomberdûman kirine."