HPG'ê sê gerîlayên li Çelê şehîd bûn bi bîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku di 7'ê Cotmehê de li navçeya Çelê ya Colemêrgê di şer de jiyana xwe ji dest dan.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Di daxuyaniya xwe ya 15'ê Cotmehê de me ragihandibûn ku di 7'ê Cotmehê de li herêma Şifreza ya navçeya Çelê ya Colemêrgê di navbera hêzên me û artêşa TC a dagirker de şer qewimî û di şer de 3 hevalên me yên bi lehengî li dijî dijmin şer kirin şehîd bûn. Agahiyên der barê hevalên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Cesur Baran

Nav paşnav: Emrah Pekyen

Cihê jidayikbûnê: Mûş

Dayik-Bav: Hangul-Ercan

Dem û cihê şehadetê: 7'ê Cotmeha 2019'an / Çelê

 

Nasnav: Çekdar Bilican

Nav paşnav: Mîkaîl Ozdînç

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Dayik-Bav: Gullu-Pîro

Dem û cihê şehadetê: 7'ê Cotmeha 2019'an / Çelê

 

Nasnav: Çekdar Welat

Nasnav: Salih Yildirim

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dayik-Bav: Bedriye-Mahmût

Dem û cihê şehadetê: 7'ê Cotmeha 2019'an / Çelê

Hevlaê Cesûr ku di sala 1992'an de li navçeya Malazgîrt a Mûşê ji dayik bû, di sala 2015'an de êrîşên li dijî mirovahiyê û qirkirina li dijî Kurdan qebûl nekir û ji bo li dijî hêzên faşîst bi rengekî çalak têbikoşe tevlî nava refên gerîla bû. Dema ku di nava refên azadiyê de bû her tim hewl da bibe mertalek ji bo gel û welatê xwe û bi girêdana bi felsefeya Reber Apo xwe ji nû ve afirand. Heval Cesûr bi kedkarî û rûkeniya xwe her tim bû moral ji hevrêyên xwe re. Bi fedakariya xwe hewl da xwe bigihîne cewhera fedayîtiyê ya PKK'ê û nêzîkatiya dijmin a li dijî Rêberê me û gelê me qebûl nekir û bi daxwaza lêdana derbeke mezin li dijmin her tim li refên pêş têkoşiya. Heval Cesûr ji bo li pêşiya hewldanên dagirkeriyê bibe asteng û siberojên azad li Kurdistanê biafirîne mîna navê xwe bi wêrekî şer kir û gihîşt asta şehadetê.

Hevrêyê me Çekdar Bilican li Colemêrgê li nava derdoreke welatparêz mezin bû. Hevrêy Çekdar di nava kevneşopiyeke ku li ber polîtîkyên dijmin ên asîmîlasyon û zordariyê serî netewand mezin bû û di temenê ciwantiyê de Tevgera Azadiyê nas kir. Di sala 2014'an de tevlî nava refên gerîla bû û di nava jiyana gerıla de xwe her tim perwerde kir û bû şervanekî şareza. Li dijî faşîzma artêşa TC a dagirker li her qadê ji bo gelê xwe biparêze bi rengekî bêfikar tevlî têkoşînê bû û wezîfeyên xwe bi kedeke mezin pêk anî.

Hevrêyê me Çekdar Welat di sala 1993'an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê ji dayik bû. Bi nirxên civakî mezin bû û li dijî polîtîkayên înkar, asîmîlasyon û tinekirinê yên dagirkeran di temenê ciwantiyê de tevlî nava têkoşînê bû. Hevrê Çekdar ku di ciwantiya xwe de bi agirê şoreşê mezin bû di sala 2015'an de li dijî polîtîkayên qirkirinê yên li dijî gelê Kurd tên meşandin ji bo têbikoşe tevlî nava refên gerîla bû. Ji kêliya ku tevlî bû û pê ve bi kelecana di dilê xwe de û taybetmendiya xwe ya têkoşer û bi sekna xwe ya fedayî bandor li derdora xwe kir, bû mînak ji hevrêyên xwe re. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê gelek wezîfeyên girîng pêk anî. Bû milîtanekî mînak ku bi hesasiyetk berpirsyariyên xwe pêk dianî.

Di serî de malbatên hevrêyên me yên hêja yên şehîd bûn sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê ala têkoşînê ya şehîdan bi ser bixînin."