HPG'ê nasnameya 4 şehîdên Kato Jîrkayê eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapmeniyê ya HPG'ê nasnameya 4 gerîlayên destpêka meha Tîrmehê li herêma Kato Jîrka di şerê giran de şehîd bûn eşkere kir.

Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, roja 1'ê Tîrmehê di şerê dijî artêşa Tirk de 4 gerîla şehîd bûne.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

"Artêşa TC a dagirker 1'ê Tîrmeha 2018'an li qada Sixurpaşa ya herêma Kato Jîrka ya Şirnexê dest bi operasyonê kir. Artêşa TC a dagirker di operasyonê de bi balafirên şer û helîkopterên êrîşê bomberdûmaneke giran li herêmê kir. Piştî bomberdûmanê, bi helîkopterên bi tîpa Skorsky leşker li herêmê hate danîn. Hevrêyên me Baran, Devrîm û Şoreş ên bi fermandariya Îrfan Dîrok li dijî yekîneyên dijmin bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.

Nasnameyên şehîdan:

Nasnav: Îrfan Dîrok
Nav paşnav: Akîf Tûran
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Hanim-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 1'ê Tîrmeha 2018 / Şirnex

Nasnav: Baran Bilbesî
Nav paşnav: Bayram Hakseven
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Ayşe-Abdulcelîl
Dem û cihê şehadetê: 1'ê Tîrmeha 2018 / Şirnex

Nasnav: Devrîm Dogan
Nav paşnav: Ahmet Karaaslan
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Safiye-Hacî
Dem û cihê şehadetê: 1'ê Tîrmeha 2018 / Şirnex

Nasnav: Şoreş Karer
Nav paşnav: Çavûş Abbaszade
Cihê jidayikbûnê: Selmas
Dayik-Bav: Baci-Kemal
Dem û cihê şehadetê: 1'ê Tîrmeha 2018 / Şirnex

ÎRFAN DÎROK

Hevrêyê Îrfan Dîrok di emre ciwantiyê de, sala 1992'an tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû û demeke dirêj li gelek qadên şer bi taybetî li herêma botanê bi coş, kelecan û fedakarî bi erk û berpirsyariyên xwe rabû. Ji dema tevlî nava refên têkoşînê bû û pê ve bû kesaytekî ku hêjayî gelê Kurd û partiya xwe be. Di nava pratîkên zehmet û dijwar de debas bû, bi bawerî û îradeyeke mezin demên giran li pey xwe hişt û bi kesayetiya xwe ya xwedî tecrûbeya salan agerîlatiyê bû fermandarekî hêja. Bi kesayetiya xwe ya dilnizm, kedkar, bi sekna xwe ya jiyanê ya bi coş dihate naskirin. Li her cihê lê ma, weke kesayetekî ku ya nepêkan e bi ser dixist. Li herêma Botanê ku dilê gerîla ye û li Herêmên Parastinê yên Medyayê gerîlatî kir û bi erkên cuda rabû. Hevrê Îrfan bi kesayet û tecrûbeya salan a şer bû fermandarekî serketî û her tim moral dida derdora xwe. Di şer de bi wêrekiya xwe dihate naskirin. Heta dawiyê dilsozê felsefeya jiyanê ya Rêber Apo bû û bû semboleke berxwedana lehengî ku heta kêliya dawî ji bo Kurdistana azad têkoşiya. Hevrê Îrfan 14 salan li herêma Botanê têkoşiya û herî dawî sala 2017'an careke din berê xwe da vê herêmê. Erk û wezîfeyên xwe bi mîsyoneke mezin a pêşengiyê bi rengê herî baş bi cih anî. Hevrêyê me Îrfan li dijî komkujî, êşkence, kuştin û neheqiya li gelê me tê kirin her tim bi hêrs bû û bû nûnerAê têkoşîna mezin a li dijî dijmin.

ŞOREŞ KARKER

Hevrêyê me Şoreş Karer sala 1987'an li bajarê Selmasê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Di emrê ciwantî de Tevgera Azadiyê nas kir û sala 2006'an tevlî nava refên Tevgera Azadiyê ya Kurd bû. Ji roja destpêkê ev bi coşeke mezin tevlî nava jiyana gerîlatiyê bû û bû parêzvanê nirxên hatine afirandin. Bi kesayetiya xwe ya kedkar û sekna xwe ya fedakar ji hevrêyên xwe re kesekî mînak bû. Hevrêyê me Şoreş ku jiyana xwe diyarî azadiya gelê Kurd kir, erk û berprisyariyên xwe bi rengekî serketî bi cih anî û bû gerîlayekî şareza. Piştî ku demeke dirêj li Herêmên Parastinê yên Medyayê ma, sala 2012'an derbasî herêma Botanê bû û bi pratîka xwe li vê derê di şer de debên giran li dijmin xist. Dema ku li herêma Botanê ma, di gelek operasyonan de derbên giran li dijmin xist û bû yek ji hevalên me yên bi fedakarî tevgeriya. Ji şervaniyê heta fermandariya herêmê cihê xwe di hemû pratîkên gerîla de girt û tirs berda dilê dijmin. Hevrêyê me Şoreş nîşan da ku milîtaniya fedayî ya Apoyî îrade û pratîkeke çawa ya berxwedêriyê dide mirovan. Bi pratîka xwe cihê xwe di kevneşopiya berxwedanê ya dîroka me ya têkoşînê de girt û heta kêliya dawî bû milîtanekî mînak ê dilsozê Rêbertî û têkoşînê.

BARAN BILBESÎ

Hevrêyê em Baran Bilbesî sala 1989'an li bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê ji dayik bû. Di nava malbateke welatparêz de mezin bû û di emrê ciwantî de Tevgera Azadiyê nas kir. Ji bo azadiya gelê Kurd tevlî nava tevgera me bû. Bi hêrseke mezin li djiî dijmin şer kir û di demeke kin de bû gerîlayekî şareza. Ji Herêmên Parastinê yên Medyayê berê xwe da Şengalê, ji wir jî vegeriya Bakurê Kurdistanê. Bi kedkarî, fedekarî û sekna xwe ya bi biryar bû milîtanekî mînak.

DEVRÎM DOGAN

Hevrêyê me Devrîm Dogan sala 1992'an li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji dayik bû. Hevrê Devrîm ku ji nava kevneşopiya welatparêziya Botanê hat, di demeke kin de rastiya dijmin dît û tevlî nava refên Tevgera Azadiyê bû. Li eyaleta Botanê dest bi pratîka gerîlatiyê kir û bi lez û bez bû gerîlayekî şareza. Hezkirina welêt, gel û Rêbertî ya di dilê hevrê Devrîm de, dilsoziya wî ya bi hevrêyan re di nava zor û zehmetiyan de bû çavkaniya bingehîn ji bo hevalên wî. Heta ku kêliya ku şehîd bibe, cihê xwe di dilê hevrêyên xwe de girtibû."