HPG’ê li Erzînganê nêçîrvanî qedexe kir

Fermandariya Qada Dersimê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku wan nêçîrvanî li Erzînganê qedexe kirine. HPG’ê got dewleta Tirk bi navê ‘nêçîrvaniyê’ sîxuran dişîne herêmê.

Daxuyaniya Fermandariya Qada Dersimê ya HPG’ê wiha ye:

Tê zanîn ku dewleta TC’ê ya mêtinger û artêşa wê ya dagirker li Kurdistanê pêvajoya nêçîrê bi nebaşî bi kar tîne, bi navê nêçîrvaniyê sîxurên xwe dişînin, xebatên îstîxbarî dikin, ji bo vê jî nêçîrvaniyê dike qada şerê taybet. Ji bo vê jî, bi mebesta astengkirina xebatên îstîxbarî li navend Erzînganê û li çoltera derdora wê qedexeya nêçîrê hatiye destpêkirin. Divê gelê me û raya giştî ya demokratîk bizanibe ku di vê demê de ku nêçîra her cure ajalî qedexe ye, kesên ku bi vê liv û tevgerê bin wê ji hêla hêzên me ve werin cezakirin.

Bi vê çarçoweyê em bi girîngî diyar dikin ku divê ti mirovên me yên welatparêz û demokrat nêçîrê nekin.