HPG'ê fermandarê gerîla Botan Başkale bi bîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê fermandarê gerîla Botan Başkale ku di 14'ê Tebaxê de li herêma Zapê ji ber êrîşa hewayî ya dewleta Tirk şehîd bû bi bîr anî.

Daxuyanî wiha ye:

"Di daxuyaniya xwe ya 16'ê Tebaxê de ma ragihandibû, ku ji ber êrîşa hewayî ya 14'ê Tebaxê ya artêşa Tirk a dagireker li herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê hevalekî me şehîd bû. Di êrîşê de hevrêyê me fermandar Botan Başkale şehîd bû ku endamê Fermandariya Eyaleta Zapê bû. Agahiyên der barê hevrêyê me yê şehîd bûye wiha ne:

Nasnav: Botan Başkale

Nav paşnav: Îlhamî Polat

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Xezal-Aslan

Dem û cihê şehadetê: 14'ê Tebaxa 2019'an / Zap

Hevrêyê me Botan Başkale di sala 1984'an de li navçeya Elbak a Wanê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Bi hestên welatparêziyê mezin bû û di temenê ciwantiyê de dest bi karê Têkoşîna Azadiyê ya KUrd kir. Hevrê Botan ku ji derdora wî gelek kes tevlî nava tevgera azadiyê bû û şehîd bû li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dewleta TC a dagirker ên li dijî gelê Kurd di ciwantiya xwe de bi rengekî çalak beşdarî karên herêmî bû. Hevrê Botan demeke dirêj kar kir û di sala 2008'an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû. Ji roja ku tevlî bû û pê ve bi fedakariyeke mezin wezîfeyên xwe pêk anî û di demeke kurt de veguherî gerîlayekî şareza. Di nava gerîla de bi sekna xwe ya kedkar û fedakar li her qdaa ku lê bû bi rola pêşengiyê tevgeriya. Di serî de Xakurkê, Zagros, Zap û Kerkûk li gelek herêman bi rengekî çalak têkoşiya. Ji bo bersivê bide êrîşên li dijî gelê Kurd li her eniyê têkoşiya û rastiya milîtaniya fedayî bi rengekî berbiçav nîşanî gelê Kurd û hevrêyên xwe da. Bi sekna xwe ya fedayî bandoreke mezin li hevrêyên xwe kir û bû hêz ji hevrêyên xwe re. Bi girêdana xwe ya bi Rêber Apo dihate naskirin û her gava xwe ji bo azadiya gelê Kurd avêt û ji bo vê têkoşiya. Bi hişmendiya berpirsyariyeke mezin nêzî her wezîfeyê bû û li gorî pîvanên milîtaniya fedayî wezîfeyên xwe bi rengekî serketî pêk anî. Bi perwerdeyên rêxistinê xwe şareza kir û bû fermandarekî serketî. Hevrê Botan li dijî dijminê qirker di şerê azadiyê de kêliyekê jî ranewestiya û heta kêliya dawî bi rengekî fedayî şer kir. Di serî de malbata hevrêyê me Botan ê şehîd bû em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku heta pêkanîna xewn û xeyalên şehîdan em ê têkoşîna xwe bidomînin."