HPG'ê eynî rojê li 6 herêman li artêşa Tirk da

Gerîlayên  HPG'ê û YJA Starê li Gever, Stewrê, Xakûrkê, Avaşîn, Heftanîn û Bestayê li dijî hêzên dagirker çalakî kirin. Di çalakiyan de bi kêmanî 5 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand li dijî hêzên dagirker ên Tirk li gelek qadan çalakî kirine.  Hate ragihandin di 3 çalakiyan de 5 leşker hatine kuştin, têkilî çalakiyên din agahiyên zelal nehatine bidestxistin.
HPG'ê got, ''Bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Şehîd Bager û Şehîd Ronya hêzên me 16’ê Cotmehê li dijî artêşa TC’ê ya dagirker çalakî krine'' û ev agahî dan:

''LI GEVERÊ DERB LI KOZIKÊN DIJMIN DAN

Saet 11.00’an hêzên me li Colemêrg Geverê, li dijî leşkerên artêşa TC’ê ya dagirker ên li Girê Şehîd Elîşêr çalakiyek kirine. Di çalakiyê de li kozik û stareyên dijmin hatiye reşandin, gelek kozikên wan hatine rûxandin, tespit nebûye bê ka ji leşkerên dijmin çend hatine kuştin û birîndar bûne. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirer bi helîkoptêrên Skorskyê kuştî û birîndarên xwe berêvarkî rakirine û piştre balafirên şer bi rasthatinî qad dane ber bombeyan. Yekîneya me ya ku çalakî kirî bi saxî û silametî gihane qadên baregehên xwe.

LI AVAŞÎNÊ KEPÇEYEKÊ DERB XWAR
Saet 16.20’an hêzên me li herêma Avaşîn a Qadên Parastinê yên Medyayê li qada Tengava Çeta li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ku xebatên rê dikirin çalakiyek kirine. Di vê çalakiyê de kepçeyeke dagirkeran bûye hedef, kepçeye derb xwariye, ji leşkerên dijmin çend hatine kuştin û çend birîndar bûne diyar nebûye.

LI XAKÛRKÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Dîsa li Qadên Parastinê yên Medyayê li herêma Xakûrkê, li Girê Şehîd Derwêş artêşa TC’ê ya dagirker saet 16.30’an bûye hedefa hêzên me. Di çalakiyê de derbeke serkeftî li leşkerên dijmin hatiye xistin û 2 leşker hatine kuştin.

LI HEFTANÎNÊ 1 LEŞKER HATE KUŞTIN
16’ê Cotmehê saeat 17.30’an li Qadên Parastinê yên Medyayê li herêma Heftanînê, li Girê Konferansa Mezin li dijî leşkerên artêşa TC’ê ya dagirker bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Cenga Heftanînê ya domdar hêzên me çalakiyeke suîkastê kirine.  Di çalakiyê de 1 leşkerê dijmin hatiye kuştin.

LI BESTAYÊ YJA STARÊ DERB LI DIJMIN DA: 2 MIRÎ

Bi çarçoweya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever hêzen me yên YJA Starê 16’ê Cotmehê saet 12.00’an li herêma Bestayê ya Şirnexê li qada Eyşedînkê li dijî leşkerên dagirker çalakiyek kirine. Di vê çalakiyê de li yekine û wesayiteke dijmin hatiye reşandin, wesayita dijmin derb xwariye, 2 leşkerên dijmin hatine kuştin û 1 jê birîndar bûye.

LI STEWRÊ GELEK LEŞKER HATIN KUŞTIN

10’ê Cotmehê artêşa TC’ê ya dagirker li qada gundê Tizyan a Stewrê ya Mêrdînê operasyoneke dagirkirinê daye destpêkirin. Dema operasyonê di navbeyna hêzên me û yekîneyên dijmin de şerekî giran rû daye. Di şer de gelek leşkerên dijmin hatinek kuştin, her wiha hevalekî me yê ku li dijî dijmin bi lehengî şer kirî şehîd bûye. Agahiyên nasnameyê yê hevalê me yê şehîd piştre bi raya giştî re wê were parvekirin.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ YÊN LI SER QADÊN GERÎLA

Balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker 16’ê Cotmehê Qadên Parastinê yên Medyayê bombe kirine. Bi vê çarçoweyê balafirên şer;

Saet 11.30’ê derdora gundê Gûzê yê herêma Garê, saet 15.00’an qadên Kanî Sarkê, Kanî Qirêj û qadên  Çemrobotkî bombe kirine.

Saet di navbeyna 18.30 û 19.00’an qada Şikefta Birîndara ya herêma Zapê û qada Kortek a herêma Qendîlê bombe kirine.

Di van bombekirinan de ti windahiyên me çênebûne.''