HPG’ê encamên çalakiyan eşkere kir: 18 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, diyar kir ku di çalakiyên li dijî artêşa Tirk a li Colemêrg, Bedlîs û Çewligê de herî kêm 18 leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, di daxuyaniya dayî de têkildarî çalakiyên gerîlayan ên lidar xistin agahî da.

Di dewama daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

LI COLEMÊRGÊ 17 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di 29’ê Gulanê de di saet 04.00’an de hêzên me li dijî leşkerên Girê Şehîd Rahîme ya qada Oremarê ya li Geverê ya bi ser Colemêrgê çalakiyeke sekvaniyê lidar xistine. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin.

Di 29’ê Gulanê de di saet 08.40’’an de hêzên me li dijî leşkerên artêşa Tirk ên li Girê Elîşêr ê Geverê ji sê baskan ve çalakiyek lidar xistine. Di vê çalakiyê de hêzên me bi çekên firan û ferdî li kozikên leşkeran dane. Di baskê yekemîn de 2 kozik hatine îmhakirin û 9 leşker hatine kuştin. Baskê duyemîn û sêyemîn jî li kozikên leşkeran dane û li vê derê 6 leşker hatine kuştin. Di vê çalakiyê de bi giştî 15 leşker hatine kuştin û hevalekî me jî şehîd bûye.

Di 29’ê Gulanê di saet 14.45’an de hêzên bi çekên giran li artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker daye yên ku li Tepê Çeta ya Şemzînanê ya bi ser Colemêrgê bûn. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine zelalkirin. Piştî çalakiyê artêşa Komara Tirk bi obus û hewanan li dora xwe daye.

LI ÇEWLIGÊ ÇALAKIYA DIZÎ

Di 28’ê Gulanê de hêzên me yên YJA-Starê yekîneke nepen xistine bin kontrola xwe ya ku ji qereqola Sûverenê ya qada Akdagê ya Çewligê derdiket. Di heman rojê de di saet 20.00’an de hêzên me xwe bera nav vê yekîneyê dane û çalakî li dar xistine. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine zelalkirin. Di 29’ê Gulanê de saet di 03.30’an de du helîkopterên Kobrayê yên artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker û qereqola Sûverenê bi obus, tank û hawanan li qada çalakiyê dane.

LI  BEDLÎSÊ ÇALAKÎ: LEŞKEREK HATE KUŞTIN

Di 26’ê Gulanê di saet 16.00’an de di navbera komek gerîlayên me li nêzî Pira Papiznixê ya Bedlîsê û leşkerên artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker şer çêbûye. Di vî şerî de leşkerek hatiye kuştin. Di vî şerî de hevalê me Zana bi qehremanî şer kiriye û şehîd bûye.”

Nasnameya gerîlayê ku jiyana xwe ji dest daye wiha ye:

http://www.hezenparastin.com/sehit/wene/sehit_kunyeleri/2017/zana_musa_small.jpg 

Nasnav: Zana Berîtan
Nav û Paşnav: Musa Argiş
Cihê Jidayikbûnê: Êlih
Navê Dayik - Bav: Saniye - Fahrettin
Cih û Dîroka Şehadetê: 26 Gulan 2017 / Bedlîs