HPG’ê derbarê şehîdên Xakurkê tekzîpek weşand

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şehadetê gerîlayên di 10’ê Nîsanê de li Xakurkê şehîd bûbûn, tekzîpek weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe ya di 28’ê Nîsana 2019’an de diyar kiribû ku di 10’ê Nîsanê de li herêma Xakurkê ji ber êrîşa hewayî 4 gerîla şehîd bûne.

Di daxuyaniya nû de hate gotin ku “Hevala me Zîlan Ciwanro (Şehla Mehmetvelî) a ku me diyar kiribû şehîd bûye, şehîd nebûye û li ser peywira xwe ye.Di vê êrîşê de rêhevala me Zîlan Hêvî (Semîra Delayîmîlan) şehîd bûye. Ji ber vê xeletiya şertên şer, em malbata Delayîmîlan di serî de,ji gelê xwe yê welatparêz lêborîna xwe dixwazin.

Nasnameya hevala me ya şehîd wisa ye:

Nasnav: Zîlan Hêvî

Nav û paşnav: Semîra Delayîmîlan

Cihê jidayikbûnê: Xoy

Navê dê û bav: Amîne – Cafer

Cih û dîroka şehadetê: 10’ê Nîsana 2019’an/Xakurkê

Rêhevala me Zîlan Hêvî li bajarê Xoyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bûye û di temenekî ciwan de tevlî nav refên azadiyê bûye. Rêheval Zîlan li çiyayên Kurdistanê bûye gerîlayeke profesyonel. Heta kêlîka ku şehîd bûye, ji bo azadiya gelê Kurd şer kiriye.

Malbata hêja ya rêheval Zîlan Hêvî di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê alaya azadiyê ya rêheval Zîlan hilgirtibû, bigihînin serfiraziyê.”