HPG: Du gerîlayên me bi komployê şehîd bûn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku du gerîlayên wan li Bazîdê ji aliyê kontrayê bi navê Mehmet Nûrî Ozer ve şehîd hatine xistin û got, "Bi rengê herî giran wê hesabê vê yekê bê pirsîn."

Di daxuyaniya nivîskî ya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin, "26'ê Tîrmehê li nêzî navçeya Bazîd a Agiriyê, yekîneyeke ji 3 gerîlayên me dema bi erka xwe radibû, kontrayê bi navê Xemgîn (Mehmet Nûrî Ozer) hevalên me Cîgerxwîn (Ahmet Dogûrû) û Stêrk (Sumeyye Gezer) şehîd xist."

HPG'ê işaret bi nûçeyên derewîn ên medya Tirk kir û ev agahî da: "Artêşa TC a dagirker ev bûyer weke serketina xwe di medya xwe de weşand. Dewleta dagirker bi nûçeya derewîn ku îdîa kir, kiryarên kuştina kontrayê bi navê Mevlut Bengî hatine kuştin, hewl daye vê komployê weke serketinekê nîşan bide. Kontrayê bi navê Xemgîn, piştî ku hevalên me şehîd xist, hêzên dijmin anî cihê bûyerê. Li vê derê şer di navbera hêzên me û dagirkeran de neqewiye. Ya bû qewimiye, komplo ye. Artêşa TC a dagirker ku li eyaleta me ya Serhedê her ku derdikeve operasyonê derbên giran lê dixwe, ji ber ku ji aliyê leşkerî ve nikare tevbigere, rêbazên qirêj ên şer bi kar tîne û dixwaze bi vî rengî derbê li hêzên me bixe. Artêşa TC a dagirker wê bi van lîstikên xwe yên şerê qirêj nikaribe li hemberî tevgera me bi ser bikeve. Bila gelê me yê welatparêz zanibe, xwîna hevrêyên me Cîgerxwîn û Stêrk wê li erdê nemîne. Hesabê vê yekê wê bi rengê herî giran bê pirsîn."

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Cîgerxwîn Amed
Nav paşnav: Ahmet Dogûrû
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Rahîme-Mehmet Alî
Dem û cihê şehadetê: 26'ê Tîrmeha 2018'an / Agirî

Nasnav: Stêrk Çarçella
Nav paşnav: Sumeyye Gezer
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Husna-Osman
Dem û cihê şehadetê: 26'ê Tîrmeha 2018'an / Agirî