HPG: Di Pêngavên Şoreşgerî de 28 leşkerên dagirker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di çalakiyên li dijî artêşa Tirk de 28 leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şerê li Bakurê Kurdistanê daxuyaniyek weşand. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li Colemêrg, Amed û Sêrtê bi giştî 28 leşker hatine kuştin.

Daxuyaniya HPG’ê wisa ye:

LI COLEMÊRGÊ GELEK ÇALAKÎ HATIN LIDARXISTIN

“Di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de hêzên me li Şemzînan û Çelê li dijî artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker çalakî li dar xistine.

Di 30’ê Tebaxê de hêzên me li nêzî gundê Bêlaka Sado ya Çelê yekîneyeke artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker xistine bin kontrolê û di 31’ê Tebaxê saet di 18.00’an de li vê yekîneyê dane. 5 kon hatine îmhakirin.  Di vê çalakiyê de 3 leşkerên dijmin hatine kuştin û 6 leşkerên dijmin jî birîndar bûne.

Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi obus û hawanan li qadê dane û leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi helîkopteran ji qadê derxistine.

Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan di 31’ê Tebaxê de li Çelê li dijî artêşa dagirker çalakiyek li dar xistine. Şervanên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan konvoyeke artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker di saet 01.40’an de li qada Kanî Orê kirine hedef. Di vê çalakiyê de wesayîteke zirxî ya Kîrpî îmha bûye. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 15 leşkerên dijmin hatine kuştin. artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker di saet 07.00’an de leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji qadê derxistiye.

Şervanên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Jinan di 1’ê Îlonê de saet di 08.30’an de li dijî leşkerên dijmin ên li Girê Koordîneyê çalakiyeke sûîkastê li dar xistine. Di vê çalakiyê de leşkerekî dijmin hatiye kuştin.

Piştî vê çalakiyê hêzên me di saet 09.00’an de li dijî hêzên dagirker ên li vî girî bi çekên giran êrîşek dane destpêkirin. Bi hawanan 3 kon, 5 kozik û gelek konteynir bûne hedefên hêzên me û 19 hawanan îsabet kirine. Di vê çalakiyê de konekî ku leşkerên dijmin lê radizan hatiye îmhakirin û gelek kon, kozik û konteyniran jî derbe xwarine. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.

Li dijî operasyona artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker ya li qadên Şapatan û Seraroyê ya Şemzînanê hêzên me di 2’ê Îlonê de çalakiyek li dar xistine. Hêzên me di 03.45’an de yekîneyeke ku dixwest têkeve girê Şehîd Axîn kirine hedef. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.

Piştî çalakiyê hêzên dagirker agir bi qadê xistine.

LI SÊRT Û AMEDÊ ÇALAKÎ

Di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Serdem û Şehîd Nûdem de hêzên me li Sêrt û Amedê li dijî artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker çalakî li dar xistine.

Hêzên me di 29’ê Tebaxê di saet 12.00’an de li dijî wesatîya zirxî ya Kîrpî ya artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker ya ku ji Amedê diçû Bismilê di navbera gundên Hişêtî û Kerxê çalakiyeke sabotajê li dar xistiye. Di çalakiyê de wesayîta zirxî îmha bû û bi qasî ku hatiye tespîtkirin 7 leşkerên dijmin hatine kuştin.

Piştî çalakiyê hêzên dagirker mirî û birîndarên xwe bi ambûlansan ji qadê derxistiye.

Medyaya şerê taybet diyar kiriye ku di vê çalakiyê de sîvîlan jiyana xwe ji dest dane. Ev nûçe derew e, artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker dixwaze leşkerên ku hatine kuştin, sîvîl nîşan bide.

Di 1’ê Îlonê de hêzên me li dijî leşkerên di navbera Berwarî û Osyanê ya Sêrtê de xwe bi cih kiribûn, çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 2 leşker hatine kuştin.

Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi helîkopteran mirî û birîndarên xwe ji qadê derxistine.