HPG: Di çalakiyên li Dersim û Colemergê de 10 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku di çalakiyên gerîlayan ên li Dersim û Colemêrgê 10 leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek da û diyar kir ku di çalakiyên gerîlayan ên li Dersim û Colemêrgê 10 leşker hatine kuştin. Daxuyaniya HPG’ê wisa ye:

LI ŞEMZÎNANÊ 7 LEŞKER HATINE KUŞTIN

Di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de hêzên me li Şemzînanê li dijî hêzên dagirker ên derketine operasyonê çalakiyên berfireh li dar xistine.

Di 26’ê Tebaxê de di qada navbera gundên Seraro û Êldeyê de gerîlayên me hêzên dijmin kirine hedef.

Hêzên me yekîneyeke operasyonê xistine bin kontrola xwe û di saet 07.30’an de li Girê Şehîd Evîndar li dijmin dane. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin.

Yekîneyeke din a dagirker jî piştî nîvro tevî 7 wesayîtên zirxî û makîneyên giran ê kar xwe li Girê Korici bi cih kirine. Heman yekîneyê leşkerên mirî û birîndar ên li Girê Şehîd Evîndar biriye Şemzînanê.

Piştî nîvro di saet 16.30’an de gerîlayên me li Girê Korici li hêzên dijmin dane. Li vê derê 4 leşker hatine kuştin, 3 leşker û cerdevanek jî birîndar bûye. Di wesatîya zirxî de jî 2 leşkerên mirî û hin leşkerên birîndar rakirine Şemzînanê.

Saet di 18.00’an de hêzên me careke din li hêzên dijmin dane. Dema ku 11 leşker hatine ba hev, gerîlayên me li wan dane û yek jê fermandar 3 leşkerên dijmin hatine kuştin, 8 leşker jî bi giranî birîndar bûne. Piştî vê çalakiyê artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê bi 2 wesatîyên zirxî, 2 ambûlans û dolmîşekê leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji qadê derxistiye.

Piştî vê çalakiyê saet di 19.30’an de hêzên me li Girê Şehîd Evîndar li hêzên dijmin dane. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin. Piştî vê çalakiyê dijmin bi 4 wesayîtên zirxî leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji qadê derxistine.

Li Girên Şehîd Evîndar û Korici de bi qasî ku hatiye tespîtkirin yek jê fermandar 7 leşkerên dijmin hatine kuştin û yek jê cerdevan 12 leşkerên dijmin birîndar bûne.

Operasyona dagirkeriyê ya dijmin bi kemînan didome. Di van çalakiyan de windahiyên hêzên me çênebûye.

LI GEVERÊ LEŞKEREK HATE KUŞTIN

Di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de hêzên me li Geverê li dijî hêzên dagirker ên derketine operasyonê çalakî li dar xistine.

Li dijî leşkerên li Girê Elîşêr ê Geverê îro di 07.30’an de çalakiyek hatiye lidarxistin û leşkerek hatiye kuştin.

Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi hewan û çekên giran li derdora gir dane.

LI DERSIMÊ 2 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Hêzên me li dijî qereqola Yolçati ya Qisleyê ya Dersimê çalakiyek li dar xistine. Ji ber ku vê qereqolê top avêtiye herêmê, agir bi daristanan ketiye.

Di 26’ê Tebaxê saet di 17.30’an de hêzên me bataryayên topavêj kirine hedef û li leşkerên li vê derê dane. Li vê derê bi qasî ku hatiye tespîtkirin 2 leşkerên dijmin hatine kuştin û leşkerekî dijmin jî birîndar bûye.