HPG: Derba giran li hêzên dagirker ên li Şemzînanê hate xistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, li Şemzînanê herî kêm 8 leşkerên artêşa Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û li ser çalakiyên rojên dawî yên gerîlayên HPG û YJA Starê ev agahî da:

"16'ê Sibatê saet 11'an hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker a li ser girê Kanîreşê ya li navçeya Şemzînan a Colemergê çalakiyek li dar xistin. Derbên giran li dijmin hate xistin, lê hejmara mirî û birîndarên leşkerên li ser gir nehat tespîtkirin.

17'ê Sibatê saet 12'an, hêzên me careke din li girê Kanîreşê xistin. Hêzên me derbên xurt li çeper, kon û konteynirên dijmin ên li ser gir xistin. Di encamê de çeperek û konteynirekî dijmin bi temamî hatin rûxandin. Bi qasî ku hate tespîtkirin 8 leşkerên dijmin hatin kuştin. Piştî çalakiyê, helîkopterên bi tîpa Skorsky bi piştgiriya helîkopterên êrîşê yên bi tîpa Kobra leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê rakirin. Artêşa TC a dagirker jî saet navbera 16:30 û 18:30 bi balafirên şer bombe li qadên Kanîreş, Koordîne û Sîro barand.

16'ê Sibatê saet 13:10'an hêzên me li dijî qereqola Şikêr a artêşa TC a li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakî pêk anîn. Derbên xurt li stargeh û avahiyên li nava qereqola dijmin hatin xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin.

14'ê Sibatê, artêşa TC a dagirker li qada Gundikremo ya li çiyayê Cûdî yê Şirnexê dest bi operasyonê kir. Artêşa TC a dagirker êvara heman rojê li girekî qada Şirnexê bi cih bû. Her wiha helîkopterên bi tîpa Skorky leşker danîn qadên Bespîn, Girê Zerînkê û Girê Zerê.

15'ê Sibatê hêzên dagirker bi rengekî neserketî ji herêmê vekişiyan."