HPG: Dagirkerek hate cezakirin, derb li helîkopterekê hate xistin

Di çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê de leşkerekî Tirk ê dagirker hate cezakirin, derb li helîkoptereke êrişê û 7 çeperan hate xistin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

"Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

17'ê Îlonê saet di 08:00 û 12:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, derb li 2 çeperan hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

17'ê Îlonê saet di 14:50, 15:27 û 17:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, derb li 2 çeperan hate xistin.

17'ê Îlonê saet di 18:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran derb li çepereke dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

17'ê Îlonê saet di 20:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin. Dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

17'ê Îlonê saet di 13:15'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin, ku hewl didan li qadê bi cih bibin. Derb li çeperekê hate xistin.

17'ê Îlonê saet di 16:16'an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin ku hewl didan li qadê bi cih bibin. Derb li çepereke dagirkeran hate xistin.

Li herêma Zapê;

16'ê Îlonê saet di 12:00 de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

Li herêma Metînayê;

17'ê Îlonê saet di 20:40'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê hêzên me dest li liv û tevgera helîkopteran werdan. Bi çekên nîv otomatîk derb li helîkoptereke êrişê hate xistin. Helîkoptera ku derb xwar neçar ma ji qadê biçe. Her wiha dest li helîkoptereke bi tîpa Skorsky jî hate werdan ku dixwest hêzên xwe li qadê deyne. Helîkopter jî bêyî ku karibe hêzên xwe bi cih bike, neçar ma ji qadê biçe.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker;

17'ê Îlonê Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Metîna bi helîkoptereke êrişê hate bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Metînayê bi topan hatin bombekirin."