HPG: Şehîdên Mêrdînê bîrdariya berxwedanê ne

HPG'ê nasnameya şehîdên Mêrdînê eşkere kir û got, "Hevrêyên me yên leheng ku li gorî baweriya xwe jiyan û xwe ji têkoşîna ji bo armancên xwe ti carî venegirtin, bîrdariya berxwedanê ne ku gelê Kurdistanê wê timî bi wan serbilind be."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya gerîlayên ku li Eyaleta Mêrdînê şehîd bûn eşkere kir.

Daxuyaniya HPG'ê wiha ye:

"Di daxuyaniya xwe ya 8'ê Nîsana 2021'ê de me ragihandibûn ku 29'ê Adarê saet di 14:00 de li qada Kela Şehîdan a herêma Bagokê ya eyaleta Mêrdînê, komek ji hevrêyên me yên li ser erka xwe bûn li dijî artêşa Tirk a dagirker şer kir, vî şerî 29-30'ê Adarê du rojan dewam kir. Di encama vî şerî û bombardûmanê de hevrêyên me Hewram, Rêber, Agît û Rustem şehîd bûn. Me ragihandibûn ku dema nasnameya hevrêyên me yên şehîd eşkere bû wê bi gelê me û raya giştî re bên parvekirin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Hewram Avyer
Nav paşnav: Hasan Mahmûdî
Cihê jidayikbûnê: Sine
Dayik-Bav: Gulistan-Salar
Dem û cihê şehadetê: 29-30'ê Adara 2021 / Mêrdîn

 

Nasnav: Rêber Kurdistan
Nav paşnav: Eyyup Çam
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Gazalî-Çeçan
Dem û cihê şehadetê: 29-30'ê Adara 2021 / Mêrdîn

 

Nasnav: Agît Timok
Nav paşnav: Kahraman Sûnar
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Dayik-Bav: Fatma-Bedrettîn
Dem û cihê şehadetê: 29-30'ê Adara 2021 / Mêrdîn

 

Nasnav: Rustem Fîraz
Nav paşnav: Îsmet Bîlgîç
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Rabîa-Îsa
Dem û cihê şehadetê: 29-30'ê Adara 2021 / Mêrdîn

HEWRAM AYVER

Hevrêyê me Hewram Ayver li Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Bi eslê xwe ji gundê Jawaro yê herêma Hewreman a Rojhilatê Kurdistanê bû. Hevrêyê me Hewram bi welatparêziya kûr a gelê me yê Rojhilat û bi kevneşopiya berxwedêriyê ya xelkê me yê Hewramî mezin bû û Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ji nêz ve nas kir. Sala 1999'an pitî ku Komploya Navneteweyî hate kirin, bi hêrsa li dijî hêzên komploger û mêtinger, Tevgera Apoyî bêhtir ji nêz ve nas kir. Di temenê xwe yê zarokatiyê û ciwantiyê de hewl da bibe ciwanekî Kurd ê têgihiştî û pêşketî, bi vî rengî xwe bi pêş xist. Di heman demê de jî lêgerîna xwe ya têkoşînê jî dewam kir. Hevrêyê me Hewram beşa endezyariya kompûterê qezenç kir, bi vî rengî çû zanîngehê û li vir jî weke ciwanekî Kurd ê bi rûmet têkoşîna xwe dewam kir. Hevrêyê me Hewram dît ku azadiya gelê Kurd tenê bi Şerê Gel ê Şoreşgerî dibe û tevlî nava refên gerîla bû. Ji roja ku tevlî bû û pê ve zû hînî jiyana PKK'ê, hînî çiya bû û bi lez bi pêş ket, bû fermandarekî pêşeng. Piştî ku li Qendîlê û gelek qadên cuda ma, sala 2013'an perwerdeya îdeolojîk û leşkerî wergirt û berê xwe da Bakurê Kurdistanê. Destpêkê cihê xwe di nava Fermandariya Herêma Bestayê de girt, piştre jî tevlî Fermandariya Herêma Cûdî bû, li Cûdî tevî hevrê Gelhat Gabar fermandarî kir, dema ku hevrê Gelhat berê xwe da Kobanê û pêngava rizgarkirina Kobanê meşand, hevrê Hewram jî li Cûdî şûna wî dagirt. Sala 2015'an li hemberî êrişa topyekûn a dewleta Tirk a dagirker a li ser gelê Kurd, li herêma Cûdî bû fermandarê pêşeng ê gelek çalakiyan. Hevrêyên xwe motîve kir, plansazî amade kir, bingeha şer danî û li refên herî pêş cih girt, koordîne kir. Di pêvajoya berxwedana xwerêveberiyê de li dijî zext û komkujiyên ku delweta Tirk a faşîst û kujer li Cizîr û Silopiyayê kir, bê helwest nema û çû Cizîrê. Sala 2015'an beriya pêvajoya dorpêçiya mezin, li dijî êrişa dewleta Tirk a dagirker li Cizîrê 9 rojan berxwedaneke destanî û serketî kir, bû fermandarê vê berxwedanê. Dewleta Tirk li pêşberî vê berxwedanê neçar ma vekişe. Di Nîsana 2016'an de li dijî dewleta Tirk a komkujer ku bêperwa êrişî xelkê me yê li Silopiyayê dikir, 60 hevrê bi werekî û biryardarî bi rêxistin kir û ji çiyayê Cûdî xwe berda nava deşta Silopiyayê, li vir du rojan li nava bajêr însiyatîf xist destê xwe, bi dehan polîs û leşkerên dagirker ceza kir, tola xelkê me yê mezlûm hilanî û vekişiya. Sala 2016'an li Qada Botanê fermandarî ji tîmên bi tevger re kir û ji Cûdî heta Besta, ji Garisa heta zozanên Katoyê li gelek herêman hewl da derbê li dijminê qirker bike, bi vî rengî gelek çalakiyên serketî kir. Hevrê Hewram bi jîr û jêhatîbûna xwe, bi pêşdîtina xwe ya bilind, bi hesasiyeta xwe, bi wêrekiya xwe ya mezin, bi hunera xwe ya rêxistinî û hostatniya birêxistinkirina hevrêyên xwe nîşan da ku ew fermandarekî şareza yê Apoyî ye û ev yek hem li çiyê hem jî li deştê nîşan da. Hevrê Hewram piştre ji bo fermandariya herêma Kato Jîrka hate wezîfedarkirin û li dijî operasyona artêşa Tirk a dagirker a 19'ê Nîsana 2017'an a li qada Katoyê, çalakî bi rêxistin kir, bi xwe tevlî çalakiyan bû û di encamê de birîndar bû. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê tedawî bû, ji bo demekê cihê xwe li nava Fermandariya Akademiyên Apollon girt û hem xwe hem jî hevrêyên xwe li ser xeta Gerîlayên Modernîteya Demokratîk perwerde kir, ji pratîkê re amade kir. Di sala 2019'an de vê carê bû Fermandarê Eyaleta Mêrdînê û bi vê wezîfe û erkê berê xwe da Bakurê Kurdistanê. Hevrê Hewram di kesayetiya xwe de taybetmendiyên xwecihî derbas kir û bi paradîgmaya nteweya demokratîk bû ciwanekî Kurd, milîtanekî Apoyî û fermandarekî pêşeng ê mînak ku neteweyî bû, dilê wî ji bo her çar parçeyên Kurdistanê û gelê Kurd lê da. Ji herêma Hewreman tevlî nava tevgera Apoyî bû, li gelek herêmên Kurdistanê têkoşiya û herî dawî di asta fermandarê eyaletê de çû Mêrdînê. Ev yek bi tena serê xwe pêşketineke neteweyî ye. Hevrêyê me Hewram bi sekn, tevlîbûn û pratîka xwe cewhera welatparêziyê bû, sembola netewetiyê bû.

RÊBER KURDISTAN

Hevrêyê me Rêber Kurdistan li yek ji navçeyên welatparêz ên Mêrdînê li Qoserê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Mîna her ciwanekî Kurd ê welatparêz li dijî siyaseta qirker a dewleta Tirk a mêtinger têkoşiya û cihê xwe di nava karên ciwanên şoreşger de girt. Tevî ku mafê xwendina zanîngeha dewleta Tirk bi dest xist û cihekî baş bi dest xist jî, qebûl nekir ku di nava çerxa qirkirinê de bihele. Bêkurdbûn qebûl nekir û ev der kir qadeke têkoşînê. Sala 2011'an ku yek ji salên herî giran ê şerê bû, tevlî nava refên gerîla bû. Ji Metîna heta Qendîlê, ji Qendîlê heta Garê li her derê kar kir û li her beşên jiyana gerîla bi pêş ket. Perwerdeya branşa leşkerî wergirt ku bingeha pisporiya gerîla ye, bi vê biryardarî û pisporê derbasî eyaleta Mêrdînê bû. Li eyaleta Mêrdînê li gelek qadan pratîk meşand, her devera vê herêmê geriya û di asta pêşengiyê de tevlî gelek çalakiyan bû. Hevrêyê me Rêber weke gerîlayekî modern ê Apoyî li xaka ku lê ji dayik bû vegeriya. Di nava şert û mercên giran ên Bakurê Kurdistanê de 7 salan bênavber têkoşiya. Bû xwedî tecrûbeyên mezin û li ser bingeha van tecrûbeyan bû fermandarekî mînak.

AGÎT TIMOK

Hevrêyê me Agît Timok li gundê Timokê ji dayik bû ku ev gund bi Mele Abullahê Timokî veguheriye sembola welatparêziyê û gelek şehîdên xwe hene. Hevrêyê me Agît ji zarokatiya xwe ve Tevgera Apoyî nas kir, bi hezkirineke mezin nêzî gerîla bû, bi armanca xwegihandina çiyayên Kurdistanê mezin bû û di temenê ciwantiyê de tevlî nava karên ciwanên şoreşger bû. Sala 2014'an ku dewleta Tirk a dagirker mêtinger ji bilî qirkirinê tiştekî din li gelê Kurdistanê rewa nedidît, tevlî nava refên gerîla bû. Piştî ku bû xwedî tecrûbeya gerîla, ji bo pêşî li fermana DAÎŞ'ê ya li ser gelê me yê Êzidî bigire û Şengalê azad bike çû Şengalê. PiştÎ ku wezîfeya xwe ya dîrokî bi rengekî hêja bi cih anî derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Li dû perwerdeya leşkerî û îdeolojîk derbasî Bakurê Kurdistanê bû. Ji bo xeta gerîla ya dema nû bi cih bîne berê xwe da Bakurê Kurdistanê. Hevrêyê me Agît xeta welatparêziyê ya xelkê Timokî di kesayetiya xwe de bi rengekî serketî dewam kir, zû xist pratîkê û bû milîtanekî Apoyî yê pêşeng.

RUSTEM FÎRAZ

Hevrêyê me Rustem Fîraz li navçeya Mîdyatê ya Mêrdînê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Di demekê de ku dewleta Tirk a qirker bi destê faşîzma DAÎŞ'ê û piştre jî bi xwe yekser kete dewrê û bi rengekî bêperwa êrişî gelê Kurd kir, bi bandora atmosfera şoreşgerî ya xelkê me yê RSojava tevlî nava Hêzên Şoreşger ên Rojava bû. Li Rojava li gelek eniyan bi lehengî şer kir û piştî ku faşîzma DAÎŞ'ê têk bir berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Ji bo li dijî mamosteyê DAÎŞ'ê dewleta Tirk têbikoşe, di xeta Gerîlayên Modernîteya Demokratîk de xwe perwerde kir, amade kir û li ser vê bingehê berê xwe da Bakurê Kurdistanê. Weke milîtanekî fedayî yê Apoyî yê mînak şehîd bû.

Hevrêyên me yên leheng ên li Eyaleta Mêrdînê destanên lehengiyê nivîsandin, li gorî baweriya xwe jiyan û xwe ji têkoşîna ji bo armancên xwe ti carî venegirtin, bîrdariya berxwedanê ne ku gelê Kurdistanê wê timî bi wan serbilind be. Em soz didin ku em ê bibin şopdarên xeta şehîdan û heta dawiyê bi armancên wan re dilsoz bin.

Li ser vê bingehê em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne û ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin."