HPG: 2 hevrêyên me şehîd bûn, 9 dagirker hatin cezakirin

HPG'ê ragihand ku di çalakiyên gerîla de yên ji Botanê heta Zap û Mêtînayê 9 dagirkerên din hatin cezakirin û 2 gerîla şehîd bûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku ji Botanê heta Zap û Metînayê di çalakiyên gerîla de 9 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di heman demê de çeperek jî hate rûxandin. Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 7 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî, 8 caran bi balafirên şer, 6 caran bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran jî bi obusan bombe kir."

HPG'ê ragihand ku gerîla Ezda û Mahîr li Cûdî şehîd bûne û li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ev agahî da:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Egîdên Botanê ya Şehîd Şervan û Şehîd Diljîn de;

Hêzên me 7'ê Îlona 2022'an li herêma Cûdî, li derdora gundê Serdehlê bi çekên ferdî û nîv otomatîk li dijî dagirkeran çalakiyeke xurt kirin. Di vê çalakiyê de gelek leşkerên dijmin hatin cezakirin, gelek jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê dijmin, cenazeyên leşkerên hatin cezakirin û leşkerên birîndar bi helîkopterê ji qadê bir.

7'ê Îlona 2022'an li quntara Mistê Elî ya herêma Cûdî di navbera dagirkeran û hêzên me de şerekî giran qewimî û bombardûmaneke giran li qadê hate kirin. Di şer û bombardûmanê de hevrêyên me Ezda û Mahîr ên heta kêliya dawî bi lehengî şer kirin, şehîd bûn. Hevrêyên me Ezda û Mahîr ku demeke dirêj li herêma Cûdî man, berxwedaneke destanî nîşan dan, li dijî dijmin bi çalakiyan tola komkujiyên li gelê me û welatê me Kurdistanê têne kirin hilanîn, wê her tim ji têkoşîna me re pêşeng bin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Ezda Meşkan
Nav paşnav: Şehla Tekîn
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Zehra-Mehmet Fehîm
Dem û cihê şehadetê: 7'ê Îlona 2022 / Cûdî

Nasnav: Mahîr Başkale
Nav paşnav: Emrah Dûman
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayiki-Bav: Nezîre-Remzî
Dem û cihê şehadetê: 7'ê Îlona 2022 / Cûdî

Hevrêya me ya Ezda li gundê Meşkan ê Geverê ji dayik bûye. Ji malbat, derdor û gundê wê gelek kes tevlî nav refên gerîlayan bûne û ew jî di derdoreke welatparêz de mezin bûye. Ji ber vê hevrêya me Ezda hê di zaroktî de gerîla nas kiriye û berxwedana dîrokî ya gerîlayên azadiya Kurdistanê bandor li ser wê kiriye. Li hemberî qirkirina ku dijmin li ser gelê me çêkiriye jî hêrsa wê gelekî zêde bûye û bawerî pê aniye ku divê teqez li hemberî dijmin têkoşîn were kirin. Dema ku wê Rêbertî nas kiriye û fikrên Rêbertî yên li ser azadiya jinê xwendiye, ew ketiye bin bandora fikrên Rêbertî û bi girêdaneke xurt bi Rêbertî ve hatiye girêdan. Hevrê Ezda piştî lêkûrbûnên xurt cara pêşîn xwestiye di sala 2010’an de tevlî nav refên gerîlayan bibe lê ji ber hinek sedeman nekariye tevlê bibe. Wê azweriya xwe ya azadiyê her dem zindî hiştiye û her dem dilsoz bûye ku tevlî nav refên gerîlayan bibe. Di sala 2013’an de dema ku hevrêya me Sara (Sakîne Cansiz) bi nemerdî şehîd hate xistin wê biryar daye ku tevlî nav refên gerîlayan bibe û di 15’ê Tebaxê de ku ji bo gelê me rojeke dîrokî ye tevlî nav refên gerîlayan bûye. 

Piştî ku tevlî nav refên gerîlayan bûye wê li qada Xakurkê perwerdehiya şervanên nû dîtiye û di nava demeke kurt de adapteyî jiyana gerîla bûye. Piştî perwedehiyên leşkerî û îdeolojîk wê xwe xurt kiriye, li hemberî êrîşên ku çeteyên DAÎŞ’ê birine ser gelê me, wê biryar daye ku gelê me biparêze. Li ser vî esasî ew derbasî qada Mexmûr-Kerkûkê bûye, li vir gelê me parastiye û di warê têkbirina çeteyan de wê roleke mezin lîstiye. Hevrê Ezda her dem xwe li hemberî gelê me deyndar didît û dixwest layiqî keda gelê me be. Di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de wê nêrîna feraseta mêrserwer a li ser jinan baş fêm kiriye û bawerî pê aniye ku divê ev feraset were têkbirin û li ser bingeha azadiya jinan jiyanek were avakirin. Ew serwext bûye ku ev tişt bi kûrbûna felsefeya Rêbertî de û bi avakirina kesayetên azad dikare pêk were.  Wê wekî gerîlayeke YJA Starê peywira xwe ya pêşengtiyê ya di jiyanê de xwestiye di qada şer de jî bi cih bîne û di sala 2016’an de dema ku li hemberî dewleta Tirk a qirker şerekî giran dihate kirin ew derbasî qada Bakurê Kurdistanê bûye. Di vê pêvajoyê de ku dijmin li hemberî gelê me qetlîam dikir û dixwest tevgera me têk bibe, hevrê Ezda bi berpirsyariya giran û pîroz tevlî nav xebatan bûye. Wê her kêlîka jiyana xwe daye tolhildana hevalên me yên ku bi hovane hatine qetilkirin û dixwest derbên giran li dijmin bixe. Hevrê Ezda li qada Botanê tevlî gelek çalakiyan bûye û di warê ku derbên giran li dijmin hatine xistin wê peywira xwe bi serkeftî bi cih aniye. Bi qasî 6 salan li qada Botanê him di warê îdeolojîk û him jî di warê leşkerî de xwe pêş xistiye û bûye yek ji fermandara serdema nû ya YJA Starê.

Hevrê Ezda wekî fermandareke fedaî di her xebatê de bi dirustî û girêdana bi hevalên xwe dihate naskirin, di 7’ê Îlona 2022’an de di çalakiya serkeftî de ya ku li Qada Cûdî li dijî artêşa Tirk a dagirker hatibû kirin, wê heta nefesa xwe ya dawîn têkoşîn kiriye û şehîd bûye.

Hevrêyê me Mahîr li navçeya Elbak a Wanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû û mezin bû. Hevrêyê me Mahîr ji ber ku li nava qadeke welatparêz mezin bû, Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê û fikrên Rêber Apo zû nas kir. Êrîşên îmha û înkarê û asîmîlasyona bêrehm a dewleta Tirk a dagirker ku li ser gelê me yê bindest ferz dike, ji nêz ve dît, her tim hewl da têbikoşe. Hevrêyê me bi karên ciwanan gava destpêkê ya têkoşînê avêt û ji bo ciwanên Kurd ên paşeroja gelê me ne zane bike û berê wan bide nava refên têkoşînê, kedeke mezin da. Hevrêyê me Mahîr pêşengî kir ku gelek ciwanên Kurd tevlî nava refên gerîla bibe û ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve gelek caran hate destgîrkirin. Hevrêyê me li dijî êrîşên dagirkeran îrade û xeta xwe ya têkoşînê timî xurt kir û ji bo paşeroja azad a gelê me biryar da tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bibe.

Hevrêyê me Mahîr di sala 2013’an de tevlî nava refên gerîla bû û xeta rast a berxwedan û serketinê nîşanî ciwanên Kurd ên welatparêz da. Hevrêyê me yê ku bi lez hînê jiyana gerîla dibe û tiştên ku hîn bûye di pratîkê de bi cih tîne, piştî perwerdeya bingehîn a gerîla li herêma Xakurkê dest bi pratîka xwe ya yekemîn a gerîlatiyê kir. Hevrêyê me Mahîr ku bi lez û bez bû hevparê hevrêyên xwe yên li ser xeta milîtantiyê, bi tevlîbûna xwe ya bi coş û dildar di demeke kurt de derket pêş û bû milîtanekî pêşeng di jiyanê de. Ji bo bibe bersiva serdemê, xwe di taktîkên gerîlatiyê de pêş xist û kedek mezin da. Hevrêyê me Mahîr ku di her firsedê de Parêznameyên Rêbertî dixwend û di felsefeya Rêber Apo de kûr dibû, bi parvekirina bi hevrêyên xwe re tiştên ku hîn bûye dewlemend dikir û hevrêyên xwe jî pêş dixist. Hevrêyê me yê ku li ser esasê parastina gelê me li hemberî êrîşên qirkirinê yên çeteyên barbar DAÎŞ’ê çûbû herêmên Mexmûr û Kerkûkê, di têkbirina çeteyên faşîst de roleke mezin lîst. Hevrê Mahîr ku bi parastina gelê me ji êrîşên qirkirinê erka xwe bi serketî bi cih anî, bi hevrêyên xwe re berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê. Hevrêyê me yê ku bi azmûneke mezin veguherî fermandarekî gerîla yê jêhatî, berê xwe da herêma Botanê yê Bakurê Kurdistanê. Hevrêyê me Mahîr ku demeke dirêj li xaka pîroz a Botanê gerîlatiyê dike, li dijî dagirkeran têkoşîneke demdirêj meşand. Hevrêyê me Mahîr ku gelek çalakî organîze û pêşengtî jêre kir, derbên giran li dagirkeran da. Hevrêyê me yê ku taktîkên gerîla yên serdema nû bi awayekî jêhatî veguherand pratîkê, ruhê milîtaniya serdemê di şexsê xwe de kir mînak.

Hevrêyê me Mahîr ku girîngî dida dilsoziya bi hevrêtiya PKK'ê re, ji bo parastin û berfirehkirina nirxên ku bi xwîna şehîdên me hatine afirandin her tim têkoşiya. Ji bo serketina têkoşîna PKK'ê bi tevlîbûna jiyanê û tevlîbûna xwe bênavber di şerê li dijî dagirkeriyê de kedek mezin da. Mîrateya têkoşînê ya ku hevrê Mahîr li pey xwe hiştiye wê rêya me ronî bike.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

21'ê Îlonê saet di 12:40'î de li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil a Çemçoyê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran dan. Di encamê de 4 dagirker hatin cezakirin.

21'ê Îlonê saet di 13:40 û 15:50'î de li Qada Berxwedanê ya Şehîd Adil a Çemçoyê, tîmên me yên bi tevger bi sûîqestê li dagirkeran xistin, 2 dagirker hatin cezakirin.

21'ê Îlonê saet di 17:00 de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, bi çekên giran li dagirkerên li derdora çeperên şer ên Şehîd Agir hate xistin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

21'ê Îlonê saet di 07:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê dagirker xistin bin kontrola xwe û bi çekên giran lê dan. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû û çeperek hate îmhakirin.

21'ê Îlonê saet di 20:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, tîmên me yê bi tevger bi sûîqestê li dagirkeran xistin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

20 û 21'ê Îlonê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Sacayê û çeperên şer ên li Şehîd Serxwebûn ê li Çemçoyê 5 caran bi droneyan bi bombeyên qedexekirî û teqemeniyan hatin bombekirin.

21'ê Îlonê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, çeperên şer ên Şehîd Agir carekê bi çekên qedexekirî hate bombekirin.

21'ê Îlonê saet di 12:00 de madeyek mîna zîftê bi ser çeperên şer ên li Şehîd Bahoz ê li Çemçoyê hate rijandin. Ev madeya ku ber bi çeperên şer ve herikî, piştî ku bombardûman li çeperên şer hate kirin, agir pê ket.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

20 û 21'ê Îlonê qada Golka ya Metînayê û Qadên Berxwedanê yên Girê Hakkarî û Çemçoyê bi balafirên şer 8 caran hatin bombekirin.

21'ê Îlonê Qadên Berxwedanê yên Girê Hakkarî û Girê Cûdî 6 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

21'ê Îlonê Qadên Berxwedanê yên Girê Hakkarî û Girê FM bi obusan bi dehan carî hatin bombekirin.

21'ê Îlonê drone li ser Qadên Berxwedanê yên Girê FM û Girê Cûdî geriyan."